Önder Beyter
24 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2018
ANKARA
Daxuyaniya ku Serokomar Erdogan di civîna gruba AK Partiyê da li ser kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi da di gelek têlevîzyonên nûçeyan ên Erebî da bi awayekî zindî hat weşandin û herwiha gelek dem û dezgehên ragihandin û çapemeniyê jî wekî nûçeya bilez, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav kirin.
Axaftina Serokomar Erdogan ku tê da der heqê cinayeta Kaşikçi da peyamên girîng hebûn, bû madeya herî girîng a îro ya çapemeniya Rojhilata Navîn.
Têlevîzyonên Erebî yên ku ji nêz va nûçe şopandin, ji axaftina Erdogan beşa der heqê cinayeta Kaşikçi da bi temamî zindî weşandin.
Têlevîzyona El Erebiye ku ji aliyê Erebistana Siûdî tê fînansekirin û ji Dubaiyê weşanê dike, axaftina Serokomar Erdogan ji ser TRT Erebî ra bi awayekî zindî weşand.
Di nûçeya li ser malpera El Erebiyeyê da gotinên Erdogan ên "Erebistana Siûdî der heqê bûyerê da berşik binçav kirin ku ev yek pir girîng e", derxistin pêşiyê.
Di çapemeniya Misrê da "nûçeya bilez"
Rojnameyên Misrê yên bi navê "Distûr" û "Şurûq" nûçe bi koda "nûçeya bilez" dan û Distûrê sernavê "Erdogan dixwaze 18 berşik li Tirkiyeyê bên darizandin" û herwiha Şurûqê jî sernavê "Erdogan: Di destê me da delîl hene ku nîşan didin cinayeta Kaşikçi pêş da hatiye plankirin" dan.
Di nûçeya li ser malpera kanala Erebî El Cezîre ku ji Dohaya paytextê Qeterê weşanê dike da bal hat kişandin ku Erdogan ji Erebistana Siûdî dixwaze ku di cinayeta Kaşikçi da ji jêr va hat jorê hemû berpirsan tesbît bike û herwiha Erdogan dixwaze ku berpirsan li Stenbolê derxe ber dadgehê.
Ji Amerîkayê weşana Erebî
Malpera têlevîzyona El-Hurra ku ji Amerîkayê weşana Erebî dike jî axaftina Serokomar Erdogan bi sernavê "Kuştina Kaşikçi: Erdogan hûrgiliyan eşkere dike" ragihand.
Di nûçeyê da pirsa Erdogan a "Ka cesed li ku derê ye?" derxistin pêş.
Ji têlevîzyona dewleta Îranê weşana tercumeya sîmultane
Têlevîzyona dewleta Îranê, axaftina Erdogan li ser weşana zindî bi tercumeya sîmultane va ji temaşevanên xwe ra ragihand.
Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê jî li ser malpera xwe axaftina Erdogan wekî manşet belav kir û sernavê "Erdogan xwest ku kiryarên cinayeta Kaşikçi li Tirkiyeyê werin darizandin" da nûçeyê.
Çapemeniya Îsraîlê
Rojnameyên sereke yên Îsraîlê axaftina Erdogan li ser malperên xwe yên înternetê dan û gotinên girîng ên Erdogan jî wekî "nûçeya bilez" belav kirin.
Rojnameya Jerusalem Postê ji bo nûçeyê sernavê "Erdogan got ku delîl nîşan didin ku cinayeta Kaşikçi plankirî ye" emiland. Rojnameyê di nûçeyê da bal kişand ser wê gotina Erdogan ku, heya hemû bersivên der heqê cinayetê da eşkere bibin, ew dê lêpirsînê bidomînin.
Medyaya Ûris jî ciyekî fireh da nûçeyê
Daxuyaniya ku Serokomar Erdogan ya kuştina rojnamegerê Siûdî Kaşikçi di çapemeniya Rûs da jî ji xwe ra ciyekî fireh dît.
Kanala nûçeyan Rossiya 24ê bi sernavê "Enqere ne memnûn e" cih da axaftina Serokomar Erdogan.
Ajansa nûçeyan a Ûris TASSê jî di sernavê nûçeyê da bal kişand ser gotina Erdogan a Kaşikçi bi plangeriyeke hûr û kûr va hatiye kuştin.
Medyaya Ewropayê
Axaftina Serokomar Erdogan a der heqê kuştina Cemal Kaşikçi da li ser şaşeyên têlevîzyonên Ewropayê bi awayekî zindî hatin weşandin û çapemeniya nivîskî jî ciyekî fireh da nûçeyê.

Îngiltere
Têlevîzyonên Îngiliz, axaftina Erdogan bi wergera sîmultane bi awayekî zindî weşandin.
The Guardianê ji bo nûçeyê sernavê "Erdogan: Tîma Siûdî pêş da plana cinayetê kir" tercih kir û di nûçeyê da wiha got, "Axaftinê qesda wê yekê kir ku Serokomarê Tirk wisa nafikire ku Mihemed bin Selman bêguneh e."
Rojanemeya The Independentê jî di sernavê nûçeya xwe da tewsîfkirina Erdogan a ji bo kuştina Kaşikçi a "cinayeteke pir wehşî ye" derxist pêş û cih da pirsên ku Serokomar Erdogan ji meqamên Siûdî kirin.
Dezgeha weşanê ya qamûyê BBCyê jî daxuyaniya Erdogan a "Kuştina Kaşikçi pêş da plana wê hatiye kirin" ji bo nûçeya xwe kir sernav.
Fransa
Dezgeha weşanê ya qamûyê France Info jî cih da gotinên Serokomar Erdogan ên "Kaşikçi bû qurbaniyê cinayeteke hovane ku pêş da plana wê hatiye kirin." France Info herwiha axaftina Erdogan bi awayekî zindî weşand.
Kanala nûçeyan a Fransî France 24ê jî axaftina Erdogan bi awayekî zindî weşand.
Herwiha têlevîzyon û rojnameyên welatên Ewropayê yên mayîn yên wekî Almanya, Awistirya, Hollanda, Belçîka, Îtalya, Swêd, Danîmarka, Yewnanistan û Bulxaristanê jî cihekî gelekî berfireh dan daxuyaniya Serokomar Erdogan a li ser kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi.