Önder Beyter
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
QUDIS
Hat ragihandin ku ji 300î zêdetir Cihûyên tundrev ligel polêsê Îsraîlê bi ser Mescida Eqsayê da girt.
Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Weqfên Îslamî ya Qudsê da hat destnîşankirin ku îro serê sibehê 331 Cihûyên tundrev ligel polêsê Îsraîlê ji Deriyê Mexrîbê yê Mescida Eqsayê ra derbas bûn û ketin hewşa Herema Şerîf.
Hat diyarkirin ku di nava van Cihûyan da gelek zarok jî hebûn û qederekê di hewşa Mescida Eqsayê da çûn û hatin.
- Hejmara Cihûyên ku bi ser Mescida Eqsayê da digirin zêde dibe
Rêjeya Cihûyên tundrev ên ku bi ser Mescida Eqsayê da digirin, li gorî salên çûyî îsal pir zêde bûye.
Mescida Eqsayê ku li Qudsa Rojhilat a dagirkirî li herêma Bajarê Kevin e, qibleya ewil a Misilmanan e.
Cihû bi îdiaya "bereteyên Perestgeha Silêman hene" va di binê Mescida Eqsayê da xebata kolanê dimeşînin. Herwiha Cihû wê yekê îdia dikin ku mafê wan jî heye ku li Herema Şerîf îbadetên xwe bikin.