Elif Orhan
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
SOÇÎ
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got ku "Unsûrên terorîst yên ku li dijî ewlekariya neteweyî ya welatê me û li dijî yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê ne, weke Tirkiyeyê li derveyî hiştina wan ji pêvajoyê di nava pêşengiyên me de ye. Divê tu kes ji me hêvî neke ku em bi rêxistineke terorê ya li qesda ewlehiya me ya neteweyî dike re di bin heman banê de bin, di nav heman platformê de cî bigirin. Madem em rêza xwe li hember yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê nîşan didin, em nikarin wê çeteya devbixwîn a ku dixwaze vî welatî perçe bike, weke aktorekî meşrû bibînin."
Serokomar Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî piştî civîna sêalî ya bi mijara Sûriyeyê ya li Sanatoryum Rûsê ya li Soçiyê kirin civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
- "Em nikarin ku çeyeteke dest bi xwîn wekî aktorekî meşrû bibînin"
Erdogan got ku bi Pûtîn û Rûhanî re hevdîtinên qrîtîk kirin û bi samîmî li ser mijarên di rojevê de sekinîn û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Herwekî ku di biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye pênasekirin, di mijara ku pêvajoyeke siyasî ya giştgir, azad, adil û şeffaf di pêşengî û xwedanmaliya gelê Sûriyeyê de, têxin rewacê em bûne hemfikir."
"Daxuyaniya me ya hevpar pêngava ewilîn e ku esasên hevkariya me nîşan dide. Lê belê serkeftina vê hewldanê di serî de rejim û mixalefet girêdayî helwesta hemû aliyan e. Unsûrên terorîst yên ku li dijî ewlekariya neteweyî ya welatê me û li dijî yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê ne, weke Tirkiyeyê li derveyî hiştina wan ji pêvajoyê di nava pêşengiyên me de ye. Divê tu kes ji me hêvî neke ku em bi rêxistineke terorê ya li qesda ewlehiya me ya neteweyî dike re di bin heman banê de bin, di nav heman platformê de cî bigirin. Madem em rêza xwe li hember yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê nîşan didin, em nikarin wê çeteya devbixwîn a ku dixwaze vî welatî perçe bike, weke aktorekî meşrû bibînin."
Serokomar Erdogan bal kişand ku di îstişareya bi Pûtîn û Rûhanî re de her wiha girîngiya li Sûriyeyê tetbîqkirina bergiriyên zêdekirina ewlehiyê hat destnîşankirin û wiha axivî:
"Em hêvî dikin ku hevkariya berhedar a di navbera welatên me de tesîreke erênî li hemû herêmê bike, rageşiya li herêmê û xetereya cudabûna mezhebî kêm bike. Ez bangî hemû endamên berpirsyar ên civaka navneteweyî dikim ku piştgirî bidin hewldanên me."