İbrahim Atmaca
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Teşkîlata Hevkariya Îslamî (THÎ) bi mazûvaniya Tirkiyeyê ku serokê serdemê ye derasayî civiya.
Civîn li Qesra Kongre û Pêşanê ya Navneteweyî ya Lutfî Kirdar hat lidarxistin. Di çarçoveya civînê da pêşiyê Civîna Konseya Wezîrên Karên Derva hat lidarxistin. Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di destpêka civînê da axivî.
Ajansa Anadoluyê di çarçoveya Civîna Derasayî ya THIyê da "wek mazûvan wêneyan dikişîne".
Piştî ku beşdarvan derbasî salonê bûn Qur'ana Pîroz hat xwendin.
Di vekirina civînê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan axivî. Serokwezîr Bînalî Yildirim jî beşdarî civînê dibe.
48 welat beşdarî Civîna Derasayî ya THIyê dibe. Serokomar, serokê dewletê an jî melikên Efxanistan, Azerbeycan, Bruneî, Endonezya, Filistîn, Gîne, Îran, Qeter, Kuweyt, Komorlar, Libnan, Sûdan, Urdin û Yemenê, Serokê Konseya Serokatiya Libyayê, Serokê Meclisa Cîbutî, Qazaxistanê, Serokwezîrê Pakistan û Malezyayê, Serokê Senatoya Ozbekistanê, nûnerê taybet ê Siltanê Ummanê beşdar dibin.
Ji welatê çavdêr Qibrisa Bakur a Komara Tirk Serokomar Mustafa Akinci, wek welatê mêvan Venezuelayê jî Serokê Dewletê Nîcolas Maduro temsîl dike.