Dildar Baykan Atalay
18 Nîsan 2026•Rojanekirin: 18 Nîsan 2026
Saziya weşana Amerîkan CNNê îdia kir ku danûstanên nû yên di navbera heyetên Îranî û DYA da dê 20ê nîsanê roja duşemê li Îslamabada paytextê Pakistanê çêbibin.
Li gorî nûçeya CNNê ya ku çavkanî weke rayedarekî Îranî nîşan da, dê rayedarê Îranî û DYAyî ji bo danûstanên nû roja duşemê li Îslamabadê bin.
Lê rayedarî derbarê dema tam a civînê agahî neda
- Di danûstanên li Pakistanê da tu rêkeftin nehatibû bi destxistin
Piştî ku 28ê sibatê DYA û Îsraîlê li dijî Îranê êrîş dan destpêkirin şer ber bi welatên herêma va belav bûbû. Şer 8ê nîsanê bi agirbesta ku di navbera DYA û Îranê da hatibû rawestandin.
Rêveberiyên Washington û Tehranê 11ê nîsanê bi navgîniya Pakistanê li Îslamabadê danûstan ajotibûn.
Alîkarê Serokê DYAyê JD Vance ragihandibû ku danûstanên ku rasterast li Îslamabada paytextê Pakistanê birêva çûn, "bêyî lihevkirin" qediyan.
Rêveberiya Îranê jî ragihandibû sedema ku bi danûstanan negihîştin çarçoveyeke hevbeş û peymanekê, daxwazin zêdebar ên DYAyê bûne.