Parlementerê Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) ya Iraq Kurdistanê Adil Nûrî diyar kir, Serokwezîrê berê Nûrî el-Malîkî berpirsiyar e ku Mûsil ket destê DAEŞa rêxistina terorê û ji ber vê yekê divê Malîkî di Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî de were darizandin.
Endamê "Komîsyona Lêkolînê ya Sedemên Ketina Mûsilê" ya Parlementoya Iraqê Nûrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Berpirsê sereke yê ketina Mûsilê Malîkî ye. Lê dadgehên Iraqê wê ji bo darizandina Malîkî bê alî nebin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku Malîkî li Laheyê di Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî de were darizandin."
Nûrî got ku Fermandarê Hêzên Bejahî yên Iraqê Alî Gayda hat komîsyonê û der heqê ketina Mûsilê de hin tiş "îtiraf" kirin û wiha dewam kir:
"Gayda got dema ku DAEŞê êrîşî bajêr kir, Malîkî ferman da ku ew Mûsilê vala bikin. Li gor gotinên Gayda li ser vê fermanê terorîstan hemû bajêr kontrol kir. Mixabin dadgehên Iraqê ji bo vê mijarê tu gav neavêtin."
Nûrî destnîşan kir, ji bo ku Malîkî di Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî de were darizandin, wan wek pertiyên siyasî yên kurdan pêşniyaz da Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê û wiha dewam kir: "Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Laheyê dijî Malîkî dozê veke."