XEZA
Serokomor Recep Tayyîp Erdogan di dengdayîna "Wêneyê Salê" ya ku Anadolu Agency (AA) li dar dixe de wek wêneyê salê wêneya bi navê "Ji bira xatirxwestin" a ku tê de Semîh Cuneydê 4 salî ya ku di êrîşa Îsraîlê de miribû û xwişka wî ya ku beriya definkirina wî jê xatir dixwest, hebû hilbijart. Malbata Semîh Cuneyd ji ber ku Serokomar Erdogan deng da wêneya ku kurê wan tê de ye, kêfxweş in.
Malbata filîstînî ji nûçegihana AAyê re qala hestên xwe kir û ragihand hêvî dikin ku hilbijartina wêneyê ya ji aliyê Erdogan ve bibe destpêk ku li ser navê Semîh û zarokên din ên ku di êrîşên Îsraîlê de mirin, lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin.
Xwîşka Semîh Ensam Cuneyda 9 salî wiha got "Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di bin bandora wênaya ku dema min ji birayê xwe xatir dixwest hatibû kişandin ma. Ji ber wê ez kêfxweş im"
Ensamê diyar kir dema ku birayê wî roja cejnê li baxçeya malê dilîst ket hedefa êrîşên Îsraîlê û di nav xwînê de dirêjî erdê bû û wê jî şahidiya vê yekê kir. Ensam wiha axivî: "Ez dixwazim ku Erdogan ji Îsraîlê bipirse. Çima roja cejnê birayê min kuştin û min ji wî dûr xistin."
-"Erdogan mirovekî mezin e. Xwediyê dilekî bi rehm e"
Bavê Semîh Cîbrîl Cuneyd jî got ji ber ku Serokomar Erdogan di dengdayîna "Wêneyê salê" de ev wêne hilbijart, em kêxweş in û wiha axivî: "Erdogan mirovekî mezin e. Xwediyê dilekî bi rehm e. Her dem ligel Xeza û zarokên xezayî ye. Di her dijwariyê ku em rûbirû dimînin de piştgiriya me dike. Erdogan û hikûmeta wî deriyên xwe ji mezlûman re vedikin û zilmê li wan nakin."
Serokomar Erdogan beşdarî dengdayîna "Wêneyê Salê" ya AAyê bibû û li wêneyên ku ji bo dengdayînê hatibû pêşkêşkirin nêrî û wêneya ku fotonûçegihanê AAyê yê filîstînî Elî Hesen kişandibû û navê wê "Ji bira xatirxwestin" e hilbijartibû.
Di wêneya "Ji bira xatirxwestin"ê de tê dîtin ku Ensama 9 salî cara dawîn li birayê xwe yê ku di êrîşa Îsraîlê de bi îsabeta guleya topê mir, dinêre cî digre.
Di êrîşên Îsraîlê yên ku di 7ê tîrmehê de destpê kirin û 51 rojan berdewam kirin de 2 hezar û 159 kes mirin û ji 11 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.