ANKARA
Bi hinceta ku berpirsyarên Ewropayê yên PKKyê ne, der heqê Canan Kurtyilmaza bi nasnavê "Asya", Haci Karakoyun û Riza Altun da, ji ber sûcên "avakirina rêxistina terorê û îdarekirin", "propagandaya rêxistina terorê", "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" û "di belgeyên fermî da sextekarî" doz hat vekirin. Der barê berpirsiyarên PKKyê da ji 24 salî heta 55 salî ceza tê xwestin û tê xwestin ku dest daynin ser mal û milkên wan.
Îdianame bi destê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat amadekirin û di îdianameyê da tê gotin ku PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar herêmên Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Anadoluyê yên Komara Tirkiyeyê, Sûriye, Iraq û Îran jî tê da dixweze dewleteke kurdan ava bike û ji sala 1984an vir va gelek çalakî kiriye û wek rêxistina terorê tê qebûlkirin.
Di îdianameyê da tê destnîşankirin ku serokê PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar Abdullah Ocalan di sala 1999an da hat qefaltin û anîn Tirkiyeyê û cezayê miebetê xwar, lê rêxistin hê jî xebatên xwe dimeşîne.
Piştî ku Mehkemeya Îstinaf a Parîsê der barê kesên ku alîkariya PKKyê kirine û hatine qefaltin agahî da Wezareta Dadê, di 9ê rêbendana 2007an da lêpirsîn hat vekirin. Di îdianameyê da hat diyarkirin ku gumanbar li ser navê PKKya rêxistina terorê dixebitin, pere kom dikin û perê ku kom dikin jî dimeilînin.
- "Kurtyilmaz berpirsyara PKKyê ya Ewropayê ye"
Di îdianameyê da tê diyarkirin ku Canan Kurtyilmaz berpirsyara PKKyê ya Ewropayê ye û di 4ê sibata 2007an da der barê wê da rayedarên Fransayê emrê girtinê derxistine û tê destnîşankirin ku tevî Remzî Kartal li Belçikayê di 5ê sibata 2007an da hatine qefaltin. Di îdianameyê da kar û barên Kurtyilmazê tên destnîşankirin.
- Nekarî çavkaniya pereyan eşkere bike
Di îdinameyê da tê diyarkirin ku ji gumanbaran Haci Karakoyun serokê Navenda Çandê ya Kurdan a Mantoîstê ye û endamê lijneya rêvebiriya Yekîtiya Karsazên Kurd ên Navneteweyî ye. Tê gotin ku Karakoyun bi karê weznedariyê ra eleqedar dibe û sermayeya kurdan a Ewropayê ji PKKyê ra dişîne.
- "Altun rêvebirê PKKyê ye"
Di îdianameyê da tê diyarkirin ku ji gumanbaran Riza Altun ji destpêka PKKyê vir va ligel Abdullah Ocalan bûye û di rêxistinê da kar û barên siyasî û leşkerî kiriye. Piştî ku Ocalan hat qefaltin di sala 2000î da piştî sûîqastekê wek berpirsiyarê Ewropayê çûye Ewropayê. Di îdianameyê da tê destnîşankirin ku Altun rêvebirê PKKyê ye."
Di îdianameyê da tê diyarkirin ku gumanbar kar û barên xwe dewam dikin û li mehkemeyên Fransayê hatine darizandin. Tê gotin ku Riza Altun 5 sal, Canan Kurtyilmaz 4 sal û Haci Karakoyun 2 sal ceza xwariye.
Di îdianameyê da hinceta ku berpirsyarên Ewropayê yên PKKyê ne, der heqê Canan Kurtyilmaza bi nasnavê "Asya", Haci Karakoyun û Riza Altun da, ji ber sûcên "avakirina rêxistina terorê û îdarekirin", "propagandaya rêxistina terorê", "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" û "di belgeyên fermî da sextekarî" doz hat vekirin. Der barê berpirsiyarên PKKyê da ji 24 salî heta 55 salî ceza tê xwestin û tê xwestin ku dest daynin ser mal û milkên wan.
Wê di rojên pêş da doz li Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Enqereyê were dîtin.