Abdullah Tel
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
KAHRAMANMARAŞ
Li Qeremenmeraşê Yîgît Can Yilmaz ewil kêmasiya ewlehiya sepandina "Sîrî" yê ya Appleyê tespît kir û di "lîsteya rûmetê" da bi cih bû û paşê jî bi tespîtkirina kêmasiya ewlehiyê ya sepandina Safariyê ket "lîsteya spasiyê" ya saziyê.
Yilmazê 16 salî yê xwendekarê Lîseya Anadoluyê ya Suha Erlerê di sepandina "Sîrî" yê ya Appleyê da kêmasiya ewlehiyê tespît kir û ji bo vê serfiraziyê di "lîsteya rûmetê" ya saziyê da hat bicihkirin. Yilmaz wextê ku sepandina Safariyê ya Appleyê bikar anî dît ku di qada ewlehiyê ya bernameneyê da pirsgirêk heye û vê wek rapor ji beşa ewlehiyê ya Appleyê ra şand.
Bi vê tespîtê şirketa Appleyê Yilmaz ji "lîsteya rûmetê" hilda "lîsteya spasiyê"
Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Di safariyê da kesekî niyet xerab karibû bi bernameyekê we ji ser malpera 'www.apple.com'ê nîşan bide. Neqşên Appleyê li malpera xwe zêde dikir cihê navnîşan lê tê nivîsandin dikaribû bigûherîne. Bi hin linkên ji ser vê navnîşanê dihatin bicihkirin kesên niyet xerab dikaribûn agahiyên kartên krediyan bidizin."