LAMPEDÛSA
Li Behra Spî ya navbera Îtalya û Libyayê de roja yekşemê trajediyeke penaberiyê ya ji salên dawîn qewimî. Hat ragihandin ku herî kêm 300 penaber di wê bobelatê de mirin û bi tenê 105 kes hatin xilaskirin. Fermandarê Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê Roberto Boatayê ku di operasyona xelaskirina 105 penaberên de cih girt daxuyanî da AAyê û qala hûrgiliyên operasyonê kir.
Ji bo penaberên ku bi qaçaxî ji Afrîkayê derbasî Ewropayê dibin herî zêde rêya behrê ya di navbera Lîbya û Îtalyayê de ye bi kar tînin. Roja yekşemê di wê rêya behrê de bobelatek qewimî û ji 300î zêdetir penaber mirin, bi tenê 105 penaber hatin xilaskirin. Roberto Boatayê ku di nav ekîba xelaskirinê de cih girt qala xebat û hûrgiliyên operasyonê kir û ragihand ku cara ewil rastî tiştekî wiha tê.
Boata destnîşan kir çawa ku hîn bûn kesên di şikevê de di talûkê de ne dest bi xebatê kirin û wiha pê de çû: "Em ji vê derê wek du ekîp çûn cihê bûyerê. Rewşa hewayê pir xweş nebû, di behrê de pêl pir bûn û ji bo xelaskirina penaberên qaçax me gelekî hewl da."
Serpel Boata diyar kir ku dema çûn cihê bûyerê rastî 100 kesî hatin û wiha dewam kir: "Li ser şikeveke ji lastîkê nêzî 100 kesî hebûn. Hewaya şikevê her ku çûbû kêm bûbû û êdî binav dibû. Me ewilî kesên ku rewşa wan ne baş bû xelas kirin lê xelaskirina hemûyan qet jî hêsan nebû. Ji bilî wê şikevê me li derdorê şikeveke din nedît."
- Bûyer
Ji 4 şikevên ku roja şemiyê ji Libyayê derketin rê 3 ji wan binav bûbûn û di nav wan de bi tenê penaberên di şikevekê de hatibûn xelaskirin. Ji 105 penaberên ku hatin xelaskirin 29ê wan jî paşê mirin.
Li gor îfadeya kesên ku hatin xilaskirin di behrê de bi tevahî 4 şikev û di wan de jî ji 300î zêdetir meriv hebûn. Ji wan şikevan 3 heb nehatin dîtin. Wisa tê texmînkirin ku di bobelata li Behra Spî qewimî de kesên qerisîn jî di nav de 330 penaber mirin.