Türkan Tosun
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
QUDS
Piştî Amerîkayê biryar da ku Qudis bibe paytextê Îsraîlê li Filistînê protestoyan dest pê kir. Di roja pêncemîn a protestoyan de leşkerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava, Qudis û Xezeyê ji ber ku mudaxeleyê protestoyan kirin, 124 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Hîva Sor a Filistînê, di bûyerên ku duh li Şerîeya Rojava, Qudis û ser sînorê Xezeyê qewimîn de ji ber ku hêzên Îsraîlê mudaxele kir 124 filistînî birîndar bûn.
Hêzên Îsraîlê guleyên rastî û yên plastîk, xaza rondikrêj li dijî çalakvanan bi kar anîn. Li ser sînorê Xezeyê 28, li hin herêmên Quds û Şerîeya Rojavayê jî 96 filistînî birîndar bûn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hefta borî biryar da ku Quds bibe paytextê Îsraîlê. Piştî vê li Şerîeya Rojava, Qudis û Xezeyê di serî da hin cihên cuda çalakî hatin lidarxistin û bi sedan filistînî birindar bûn.