Fatih Gazioğlu
28 Mijdar 2019•Rojanekirin: 29 Mijdar 2019
Di erdheja bi lerza 6,3an ku li Diraça bajarê Albanyayê çêbû da jimara miriyan derket 39an.
Xebatên tîmên lêgerîn û xilaskirinê yên ku tîmên Tirk jî di nav da ne li Albanyayê dewam dike.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Albanyayê da hat ragihandin di erdheja ku navenda wê 15 kîlomêtro dûrî bajarê Diraçê yê da jimara miriyan derket 39an.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Albanyayê di erdhejê da 8ê wan giran bi tevahî 658 kes birîndar bûn.
Bi biryara Lijneya Wezîran a Albanyayê ji ber erdhejê li paytext Tîran û Diraçê ji bo 30 rojan rewşa afatê ya siruştî hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Enstîtuya Zanistên Erd, Vejen, Av û Jîngehê ya Albanyayê (IGJEUM) hat dayîn, duh li Behra Adriyatîk bi lerza 5,6an erdhejeke din jî çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Enstîtuya Zanistên Erdê, Vejen, Av û Jîngehê ya Albanyayê (IGJEUM) hat dayîn, piştî erdheja mezin jê yek bi lerza 5an bi tevahî 524 erdhejên din yên biçûk çêbûn.
Her wiha IGJEUMê daxuyand ku piştî erdheja mezin jê yek bi lerza 5an bi tevahî 524 erdhejên din yên biçûk çêbûn.