Önder Beyter
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku di mijara kirîna S-400 pergalên berevaniyê ya ji Rûsyayê da çi pirsgirêk tune û wiha got, "Tenê di mijara dabînkirina krediyê da herî dawî di seredana (Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr) Putîn da rêkeftin çêbû. Divê ev li ser kaxiz bê nivîsarê û hûrgiliyên wê bên gotûbêjkirin. Pisporên me vê yekê dikin. Wextê ku temam bû dibe ku di nava vê hefteyê da jî bê îmzekirin."
Çavuşoglu piştî hevdîtina ligel Wezîrê Karên Derva û Geşkirina Bazirganiyê yê Malayê Carmelo Abela ya li xaniyê fermî, civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Çavuşoglu da bibîrxistin ku Abela ji bo vekirina Balyozxaneya Maltayê li Enqereyê hat Tirkiyeyê. Çavuşoglu herwiha diyar kir ku ew gelekî kefxweş e wekî Maltayê balyozxaneya xwe vekir.
Çavuşoglu got ku ew îsal 50yemîn salvegera peywendiyên dîplomatîk ên ligel Maltayê pîroz dikin û herwisa seredana Abela ji vê aliyê va watedar e.
Çavuşoglu destnîşan kir ku wî ligel Abela tevî peywendiyên dualî mijarên herêmî, bi taybetî jî Libya gotûbêj kir.
- Îdiaya Rûsyayê daxwaza baregehê kir
Wezîr Çavuşoglu ji bo pirsa der heqê îdiayên ku Rûsyayê ji Tirikiyeyê ji bo S-400 pergalên berevaniyê daxwaza baregehekê kiriye da jî wiha xeberda, "Di mijara S-400î da çi pirsgirêk tune. Tenê di mijara dabînkirina krediyê da herî dawî di seredana Putîn da rêkeftin çêbû. Divê ev li ser kaxiz bê nivîsarê û hûrgiliyên wê bên gotûbêjkirin. Pisporên me vê yekê dikin. Wextê ku temam bû dibe ku di nava vê hefteyê da jî bê îmzekirin."
- Ragihandina Qudsa Rojhilat wekî paytextê Filistînê
Çavuşoglu got ku ewê bibe şopînerê mijara naskirina dewleta Filistînê ya serbixwe û wiha pê da çû:
"Biryarên ku me wergirtin li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî ne. Me mîna Amerîkayê biryarên ku van biryaran tune dihesibîne wernegirt. Ji ber vê yekê jî emê bi her awayî hewl bidin û bixebitin da ku ew welatên ku dewleta Filistînê ya serbixwe ya ku Qudsa Rojhilat paytextê wê ye nas nakin, nas bikin û herwiha dewleta Filistînê jî bi awayekî fermî bibe dewleteke serwer û serbixwe."