Ahmet Aydın
12 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Di navbera Iraq û Îranê de di warên weke neft, bazirganî, tendirustî, veguhastin û vîzeyê de rêkeftin hatin îmzakirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Iraqê, civîna ku Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî û Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî jî tê de amadebûn, di warên weke neft, bazirganî, tendirustî, veguhastin ku ji înşakirina rêya hesinî di navbera Besra û Şelemçeyê (aliyê Îranê) pêk tê de rêkeftin hatin îmzakirin.
Di civînê de herwiha di mijara asankariya vîzeyê ji bo veberhêner û karsazan de li hev kirin.
Pervîz Îsmaîliyê Cîgirê Berpirsê Ragihandin û Têkiliyên bi Gel re yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiribû ku "Di hevdîtina Rûhanî û Evdilmehdî de biryar hat dayin ku ji meha nîsanê pê ve ji bo welatiyan herdu welatan vîze bê pere be."
Serokomarê Îranê îro serdana Bexdayê kir û digel Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîr Adil Evdilmehdî civiya.
Tê çaverêkirin ku Rûhanî di çarçoveya serdana xwe ya 3 rojî de li Necefê digel lêvegerê Şîî Ayetullah Elî Sîstanî û rayedarên din ên siyasî û dinî bicive.