11 Îlon 2016•Rojanekirin: 13 Îlon 2016
HEWLÊR
Berpirsyarê Helebçeyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PD) ya ku Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) serokatiya wê dike Fazil Beşaretî îdia kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nefta Kerkûkê tenê serê xwe difroşe Îranê û pereyê neftê jî hemî bi xwe dixwin."
Beşaretî di daxuyaniya ku di malpera fermî ya PDKyê hat weşandin de îdiayên Hêro Îbrahîm Ehmeda xanima Celal Talabaniyê Sekreterê Giştî yê YNKyê û Serokomarê Iraqê yê berê û yên YNKyê yên der heqê nefta Kerkûkê de nirxand.
Beşaretî di daxuyaniya xwe de diyar kir nameya tehdîdê ya ku Ehmedê der heqê nefta Kerkûkê de ji Serokwezîr Heyder el-Îbadî re şand normal dibînin û wiha axivî:
"Li ser alozî û nîqaşên di nav YNKyê de gelek heqîqatên ku nedihatin zanîn derketin holê. Ev li gor me ecêb nîne lê raya giştî gelek mijaran ji nêz ve hîn bû ji ber ku YNK ji bilî nefta ku hikûmeta Herêma Kurdistanê difroşe nefta Kerkûkê tenê serê xwe difroşe Îranê. Pereyê neftê hemî jî ew bi xwe dixwin."
Beşaretî parast ku YNK hemû dahatên li Silêymanî û Helebçeyê kontrol dike û ev nirxandin kir:
"Bi saya nameya Hêro Xanimê em hîn bûn ku nefta Kerkûkê ev 5 meh in ku hatiye rawestandin. YNK hemû dahatên li Silêymanî û Helebçeyê û destketiyên ji deriyên sînor tên bidestxistin dixe qasaya xwe. Agahiya tu kesî der heqê aqûbeta vê pereyê de tune. Lê belê îdia dikin ku PDK pereyê neftê dixwe. PDK neftê naşîne, qismê ku bi avbeynkariya hikûmetê tê sewqkirin jî girêdayî kontroleke zelal e. Bi nefta ku ji cihên bin înîsiyatîfa PDKyê tê derxistin û firotin mehaneyên karmendan tê dayîn û mesref tên pêkanîn. YNK jî ji nefta ku hikûmeta Kurdistanê difroşe parê distîne. Ji bilî vê nefta Kerkûkê jî bi tankêran difroşe Îranê û hemû dahatên wê ji xwe re dihlîne. Ango dahata nefta Kerkûkê ne ji Herêma Kurdistanê re ji YNKyê re diçe."