TBMM
Wezîrê Karên Navxweyî Sebahattîn Ozturk der heqê 63 madeyên Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî ya ku ji xala 68an heta xala 130yî dewam dike ji bo paşve bê kişandin û ji Komîsyona Karên Navxweyî re bê şandin pêşniyaz da.
Li ser van 63 madeyan di meclisê de hevdîtin nehatin kirin û Cîgirseroka Meclisê Meral Akşenerê jî diyar kir ku madeyên ku behsa wan derbas bûn tevlî pêşniyazên xwe ve ji Komîsyona Karên Navxweyî re paşve hat şandin.
Herî dawîn 5 xalên din ên Qanûna Selehiyet û Wezifeyê ya Polêsan, Qanûna Raye, Wezife û Teşkîlata Cendermeyan, Qanûna Xizmetên Nifûsê û Pêşnûmaya Qanûnê ya Der barê Guherîna Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de ku di nav xelkê de wek "Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî" tê zanîn di Lijneya Giştî ya Meclisê de hat erê kirin.
Bi 5 xalên dawîn ve heta niha 67 made hatin erê kirin û 63 xalên ku man jî şandin Komîsyona Karên Navxweyî.