Nihat Kavşut
22 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Caniklî di merasima sondxwarinê ya "Perwerdeya Serbazan" da axivî.
Caniklî di xeberdana xwe da bal kişand ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê û wiha got: "Heger Operasyona Çiqlê Zeytûnê bi derengî biketa wê ev gel li ser vê axê di pêşerojê da bi awayekî din bedel bida."
Wezîrê Parastina Neteweyî Caniklî destnîşan kir di saziyên eskerî da gefa FETO ji holê rabû û wiha xeberda: "FETO di serî da saziyên perwerdeya eskerî hewl daye û xebitiye ku terorîstên endamên FETOyê di saziyan da bi cî bike. Hemd ji Xwedê ra vê gavê ev talûke bi temamî ji holê hatiye rakirin."