Önder Beyter
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
PEKÎN
Hat ragihandin ku wekî bersiva tarîfeyên pola û alumînyum ên rêveberiya Washingtonê, Çîn wê ji sedî 15 an jî 25 bacê bide ser 128 berhemên ku ji Amerîkayê îdxal dike.
Di daxuyaniya Wezareta Darayî ya Çînê da hat diyarkirin ku rêveberiya Washintonê ji bo pola û alumînyumê îdxal bi rêzê va ji sedî 25 û ji sedî 10 terîfeya gumrikê da ser ku ev yek rêziknameya Rêxistina Bazirganiyê ya Dinyayê (RBD) binpê dike û zirarê dide berjewendiyên wî welatî.
Hat ragihandin ku di vê çarçoveyê da ji bo parastina berjewendiyên welat û wekî bersiva baca ku Amerîkayê da ser berhemên pola û alumînyumê, Çînê jî di 23yê adarê da ragihand ku ew ê ji sedî 15 an jî 25 bacê bide ser 128 berhemên ku ji Amerîkayê îdxal dike û yekûna wê jî 3 milyar dolar e. Di daxuyaniyê da hat balkişandin, plana ku di 23yê adarê da hatibû ragihandin, îro dikeve rewacê.
Ji xeynî vê, hat destnîşankirin ku wekî endamekî RBDyê mafê Çînê yê qanûnî heye ku li hemberî Amerîkayê hin mecbûriyetên bacê bi cih neyne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 9ê adarê da ragihandibû ku ew ê ji bo pola û alumînyumê îdxal bi rêzê va ji sedî 25 û ji sedî 10 tarîfeya gumrikê bisepînin.