YAUNDE
Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina Boko Haramê li Fotokola bajaroka Kamerunê 100 kesên ku di mizgeftan da li hêviya nimêja sibê bûn kuştin.
Rayedarên ewlekariyê diyar kirin ku 800 milîtanên Boko Haramê ketin mizgeftan û di mizgefta Mistefa da 39 kes, di mizgefta Utaz Mihemed da 37 kes, di mizgefta Tudjanîmayê da jî 22 kes kuştin û agir berî mizgeftan dan.
Rayedaran gotin dibe ku welatiyên li herêmê der barê milîtanên li herêmê da agahî nedabin ji ber vê jî Boko Haramê heyfa xwe ji wan derxistibe.
Rayedaran destnîşan kirin ku milîtanên Boko Haramê avahiyên dewletê yên li Fotokolê talan kirin û kesên ku di rê da dîtin jî kuştin. Hat diyarkirin ku 250 birîndar rakirin nexweşxaneyan û rewşa gelekê wan giran e.
Rayedaran gotin ji ber ku nexweşxane piçûk e nikarin hemû birîndaran di heman demê da tedawî bikin.
Do hatibû eşkerekirin ku li Fotokola nêzîkî sînorê Nîjeryayê di navbera leşkerên Çad û Kamerunê û milîtanên rêxistina Boko Haramê da pevçûn derketin û di encama şer da 300 milîtan hatin kuştin.
Rayedarên leşkeriyê yên Kamerunê diyar kiribûn ku di şer da 7 leşkerên Kamerunê, 16 leşkerên Çadê mirin.
Hat ragihandin ku piştî şer leşkeran kontrola Fotokolê hildan destê xwe.