Hat ragihandin ku li bajarên cuda yên Iraqê di êrîşên ku pêk hatin de 76 kes mirin û 74 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan li navçeya Medinetu's-Sadrê bi wesaîteke bombebarkirî ve li nêzî loqenteyekê êrîş hat kirin.
Di vê êrîşa ku li ser cihekî gelek sivîl lê bûn hat kirin de jin û zarok di nav de bi tevahî 11 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn. Rewşa hin kesên birîndar gelek giran e û dibe ku ji wan hin kes bimirin.
Li meydana El-Hallanî ya navenda Bexdayê 3 teqemenî teqiyan û 5 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn, li heman cihî di cihê bazarê de jî teqîn pêk hat, li wê derê jî 2 kes mirin û 7 kes birîndar bûn.
- Êrîşî hêzên ewlehiyê kirin
Komên çekdar ên rêxistina Dewlata Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) li herêma El-Îshaqa girêdayî parêzgeha Selahadînê êrîşî konvoya hêzên ewlehiyê kirin. Di vê êrîşê de 4 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li taxa El-Mansûra Mûsilê jî di êrîşa ku ji hewayê hat kirin de kesên bûyer dîtin diyar kirin ku 3 sivîl mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li parêzgeha Enbarê jî DÎŞI û komên çekdar ên herêmî bi polîsan re şer kirin 3 jê polês 18 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
- Şerê DÎŞI û pêşmergeyan
Li bajarê Telafera ku li bakurê Iraqê endamên DÎŞIyê bi pêşmergeyan re şer kirin. Di vî şerî de 4 pêşmerge hatin kuştin, 25 endamên DÎŞIyê mirin û 30 endamên DÎŞIyê jî dîl hatin girtin.