TAHRAN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di seredana xwe ya Îranê ya ji bo rojekê de bi Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî re hat bal hev û ligel hev civîna hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de got ku di warê dowîzê de em di bin bandora pereyên din de nemînin û wiha xeberda: "Bira di warê aboriyê de pereyê Îranê û pereyê Tirkiyeyê bi xwe bibin amûrê danûstandina me. Bira em ne di bin zexta dolar û ne jî di bin ya euroyê de bimînin. Me beriya niha bankeyên xwe yên milî û yên navendî li ser vê mijarê anîbûn bal hev, lêbelê me hê jî tu gav neavîtiye."
Serokomar Erdogan wiha got: "Divê em bi hev ra vê xwînê bidin sekinandin û mirinê rawestînin."
Erdogan wiha dewam kir:
"Niha herêm dişibe çepereke ji agir. Me firsend dît ku em li ser van mijaran biaxifin. Derfet çêbû em li ser mijara berxwedana dijî terorê rawestiyan û me ev mijar nirxand. Herwiha di mijara aboriyê de jî mixabin em wek berê bilez û bez nînin. Berê pêşketina me gelek baş bû; lê belê di sala 2013 û 2014an de em paş ve man. Hedefa me 30 milyar dolar bû. Lê mixabin em negihiştin hedefa xwe, em paşve man. Niha îxracata me bi qasî 4 milyar dolaran e, îxracata Îranê ya Tirkiyeyê jî bi qasî 10 milyar dolaran e. Ev bi kêrî Îranê tê."
- "Dîrok hat qetilkirin"
Erdogan bal kişan ser sînorê Tirkiye û Iraqê û wiha dewam kir: "Mixabin li wê derê heta niha bi sed hezaran însan mirin. Li wir dîrok hat qetilkirin, çand hat qetilkirin. Hê jî ev berdewam dike. Wekî ku tê zanîn li Sûriyeyê jî heta niha 300 hezar însan mirin. Gelo kî mir? Misilman û însan mirin. Dema ku dibêjin kî, kî dikuje, ez li mezhebê wan nanêrim. Ne şiî ne jî sunî min aleqedar dikin. Ez li vir bi mislimanan re alaqeder dibim. Ez mirina însanan difikirim, di bingeha ramanên min de însan, mirina însanan heye. Mimkun nîne ku em vê qetlê qebûl bikin.
Rewş wiha be, divê em bên bal hev, rûnên û li ser mijarê mizakere bikin û em êdî dawiyê li vê xwîna ku tê rêtin û kuştinan bînin. Divê em her du aliyên ku şer dikin bînin bal hev û ji bo lihevanîna wan hewl bidin, navbeynkariyê bikin. Bi alîkariya Rebbê xwe em bigihêjin encamekê."
Piştî civîna çapemeniyê di navbera her du welatan de di qada "akademiya dîplomasiyê, tendûristî û tib; hawirdor, sineyî, milkiyeta fikr, xebatên jin û malbatê, guhastina daneyên elektironîk" de, 8 peyman û "beyanateke niyetê" hatin îmzekirin.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekcî, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Nurettîn Canîklî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan digel Serokomar Erdogan beşdarî merasima îmzeyê bûn.