Serokatiya Karên Diyanetê meala Qur'anê ya bi ermenîkî weşand. Di serî de 4 hezar meal hatin çapkirin. Welatiyên ku bixwazin mealên ermenîkî bixwînin, wê bikaribin ji Diyanetê bêpere mealan hildin û bixwînin.
Midûrê Giştî yê Weşanên Dînî yê Serokatiya Karên Diyanetê Dr.Yuksel Salman ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku çapkirina mealê rastî salvegera 100emîn a bûyerên 1915an hat, lê ev tesadûf e.
Salman got ku di bin serokatiya Midûriyeta Giştî ya Weşanên Dînî de Serokatiya Daîreya Weşanê ya Ziman û Zaravayên biyanî hat avakirin.
Salman daxuyand ku vê serokatiyê ji bo ku Qur'anê wergerîne zimanên cuda xebat kiriye û 26 zimanan berhem hatine weşandin.
Salman wiha axivî: "Di vê çarçoveyê de ji bo ku bi 15 zimanan meal bên çapkirin xebat tên kirin. Di serî de bi îspanyolî, paşê bi kurdî û niha jî bi ermenîkî ya bi zaravayên rojhilat û rojavayê meal hat weşandin. Serokatiya Karên Diyanetê bêyî ku cudakariyê bike hewl dide ku bi hemû zimanan peyama Îslamê bigihîne mirovan."
Salman got ku di demeke kin de bi 15 zimanan wêmeala Qur'anê bê çapkirin.