NEW YORK
Li Mala Mezatê ya Sotheby'sê ya li New Yorkê bi sernavê "Piştî Şer û Hunera Modern" mezat hat çêkirin. Di mezatê de berhema Mark Rothko ya bi navê "Zer, Tûtik, Zer, Tûtika Vekirî" bi 36,5 milyon dolarî, berhema wî ya bi navê "Bênav" jî bi 40 milyon dolarî hat firotin.
Berhemên ku di mezatê de hatin firotin yên koleksiyoner Rachel "Bunny" Mellonê bûn. Berhemên di koleksiyona Mellon de piştî Mellonê di 103 saliya xwe de mir, bi destê warîsên wê di mezatê de hatin firotin.
Rothko nîgarçêkerekî ji Amerîkayê bû û bi eslê xwe jî rûs bû. Rothko ji ekola ekspresyonîzma razber bû û di sala 1970an de wefat kir.