HEWLÊR
Arîkarê Komîsyona Gaz û Neftê ya Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Dilşad Şeban got ku nefta ku îxracê Tirkiyeyê dikin dê ji meha hezîranê pê ve derkeve 625 hezar warîlê.
Dilşad Şeban ji nûçegihanê AAyê re axivî û diyar kir ku li gor peymanan ku di 2yê kanûna pêşîn di navbera birêvebiriya Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin sewqiyata neftê her ku çû hat zêdekirin.
Şeban destnîşan kir ku "Birêvebiriya Kurdistanê dê heta dawiyê girêdayî peymanê bimîne" û wiha axivî:
"Mîqdara nefta ku ji herêma Kurdistanê îxracê Tirkiyeyê dikin dê ji meha hezîranê pê ve derxînin 625 hezar warîlê. Herêma Kurdistanê teehhût kiribû ku rojane 550 hezar warîl neftê îxrac bike. Lê belê ev nefta ku dê zêde bê şandin dê şûna nefta ku sê mehên ewil nekarîn bişînin bê hesibandin. Bi vî awayî dê bi qasî ku soza ku di bin kontrola Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) hatibû dayîn neft bê şandin."
Şeban qal kir ji ber ku li Kerkûkê hin bîrên neftê hê jî di destê DAEŞa rêxistina terorê de ne û xeta boriyê ya berdest bierize ye, bi qasî ku dixwazin nikarin neftê îxrac bikin. Şeban got heke erizeyên teknîkê bên temîrkirin jî dê dîsa sewqiyata neftê ya li Kerkûkê herî zêde 300 hezar warîl be.