BEYRUT
Dîmenên pîlotên Tirk Mûrat Akpinar û Mûrat Agca ku li Lubnanê hatibûn revandin, di televizyona LBCyê de hatin weşandin. Pîlotan axaftina xwe bi îngilîzî kirin û gotin ku rewşa me baş e û em dixwazin vegerin malê.
Di vîdeoyê de pêşiyê pîlot Mûrat Akpinar diaxive û wiha dibêje: "Îro 14ê cotmeha 2013an e, rojekê beriya cejnê ye. Rewşa min baş e, lê ez dixwazim vegerim malê."
Pîlotê alîkar Mûrat Agca jî di vîdeoyê de diyar dike ku ev axaftin di 14ê cotmeha 2013an de hatiye kişandin û tîne ziman ku rewşa wî baş e. Agca anî zimên ku biriya malbata xwe, zarokên xwe û welatê xwe kiriye û wiha got: "Ez dixwazim ji Qur'anê, bi ayetekê bangî her kesî bikim," û ji Sûreya Bakarayê ayeta 216an ku tê meala 'Tiştê ku hûn jê hez nekin, dibe ku ji bo we bi xêr be" xwend.
Di vîdeoya ku 30 saniye dikşîne de xuya dibe ku rewş û tenduristiya pîlotên Tirk baş e, bi tenê rihên wan dirêj bûne.