HELEB
Hat ragihandin ku DÎŞIyê bi 4 wesaîtên bombebarkirî êrîşî deriyê sînor yê li Kobanêyê kir.
Aktîvîst Reşît Ebû Îbrahîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku pevçûnên di navbera komên kurdan û DÎŞIyê de dewam dikin.
Îbrahîm destnîşan kir ku DÎŞI dixwaze deriyê sînor bi dest bixe û wiha got: "DÎŞIyê ber destê sibehê bi 4 wesaîtên bombebarkirî ve êrîşî deriyê sînor yê li Kobanêyê kir. Hêzên kurdan û Artêşa Sûriyeya Azad rêxistin dan sekinandin. Hêzên Kobanêyê li herêmê li dijî DÎŞIyê hevkariyê dikin."