Abdullah Tel
24 Mijdar 2020•Rojanekirin: 24 Mijdar 2020
Wezareta Parastina Neteweyî (Pentagon) ya Amerîkayê ragihand ku ekîba Joe Bîdenê li gor encamên nefermî hatiye hilbijartin ji bo pêvajoya berwext bi wan ra têkilî danî.
Di daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê weşand da hat gotin ku ji bo pêvajoya berwext wan ji Serokê Îdareya Xizmetên Giştî Emil Murphy teblîxat hildan.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Îşev ekîba Bîde-Harrîs xwe gihandin Serokatiya Tîma Lêkolînê ya Wezareta Parastinê. Li gor destûra Serokê Îdareya Xizmetên Giştî, qanûna eleqedar, polîtîkayên Wezareta Parastina Neteweyî û lihevkirina di navbera Bîden-Harrîs da em ji bo piştgirî û sepandina planên xwe amade ne."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîba wezaretê jî ji bo pêvajoya berwext wê bi ekîba Bîden ra têkiliyê dayne û xizmet û piştevaniya piştî hilbijartinê awayek "profesyonel, bi pergal û bi tesîr" wê bê dayîn.