Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Lûtkeya Aştiyê ya ku di çarçoveya 100emîn sala Şerên Bejahiyê yên Çanakkaleyê de li Navenda Kongreyê ya Stenbolê tê lidarxistin de axivî û xêrhatinê li mêvanên biyanî yên ku hatin Tirkiye û Stenbolê da. Erdogan ji ber ku deweta beşdariyê ya merasima ku ji bo 100emîn salvegera Şerên Nejahiyê ya Çanakkaleyê hat lidarxistin, qebûl kirin spasiya mêvanan kir.
Serokomar Erdogan got ez nîqaşên îxtimalên cuda û hûguliyên Şerê Çanakkaleyê ji dîroknasan re dihêlim û wiha axivî:
"Em wek birêvebir divê li ser vê mijarê bisekinin; em dê welatê xwe çawa xilas bikin ku car din nekeve nav rewşeke wisa. Dîrok di vê mijarê de mînakên dilsoj û dersên dilsoj pêşkêşî me dike. Pergala dinyayê ya ku 100 sal beriya niha anzakekî anî Çanakkaleya ku bi hezaran kîlometro ji welatê wî dûr e ku şer bike, ev pergal îro gelek aloztir û tevîhevtir e. Di nav pergala cîhanî ya roja me de derfeta tu welatê tune ku xwe temamî ji pirsgirêkên welatên din bişo û dûr bixe."
-"Hevkarî bû mecbûriyetek"
Serokomar Erdogan destnîşan kir agirê ku li cihakî dinyayê pê ketiye dê di dawiya dawî de belavî cihên din jî bibe.
Erdogan bal kişand ku koçên ku li herêmên qeyranê diqewimin piştî welatên cînar belavî hemû dinyayê bûn û wiha axivî:
"Ji bo ku aramî, îstiqrar û gumrahî bibe serdestê hemû dinyayê divê em di nav hevkariyê de tevbigerin, ev êdî tercîhek nîne mecbûriyetek e. Ne tenê ji welatan re berpirsyariyeke mezin dikeve li sermilên rêxistinên navneteweyî jî. Di paşxaneya rexneyên ku em ji bo sazîbûn û xebitîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin, ev heye. Ez ji ber wê dibêjim ku "Cîhan ji 5an mezintir e.'"
-"Îdiayên ermeniyan bêbingeh in"
Serokomar Erdogan der barê îdiayên ermeniyan ên di mijara bûyerên 1915an de got ku "Îdiayên ermeniyan ên der barê bûyerên 1915an de di serî de reqamên ku îdia dikin, tev bêbingeh in û bêpalpişt in."
Erdogan got YE şîretan li Tirkiyeyê dike ku arşîvên xwe veke û wiha axivî:
"Ez niha dixwazim ku car din xitabî YEyê bikim. Şîretan li me dike ku em arşîvên Tirkiyeyê vekin. Ez ji vir bersivê didim; Ey YE, min 12 salan serokwezîrî kir. Ez ev nêzî salekê ye jî ku serokomar im. Ez li her civîna navneteweyî ya ku ez diçimê û her civîna li welatê xwe dibêjim ku em amade ne ku arşîvên xwe vekin, ez her dem dibêjim ku nêzî milyonekî belge û agahî hene. Ez dibêjim ku; heke di arşîvên Ermenistanê de hebin bila ew jî vekin. Heke li welatên sêyemîn hebin bila ew jî vekin. Heta ez zêdetir pêş ve diçim û dibêjim, em amade ne ku arşîvên xwe yên leşkerî jî vekin."
-"Her welat divê li hember pirsgirêkên cîhanê hesas be"
Erdogan bal kiaşnd ku êdî tu welat nikare bêtir berpirsyariya 300 hezarî zêdetir mirovên ku li Sûriyeyê mirin hilgire û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Lê belê li Behra Spî, li Egeyê hûn jî dizanin kesên ku bi botan direvin, di wan behran de dixeniqin. Çi dibêjin? 'Bila bixeniqin, bila bimirin.' Gelo ev mirov nînin? Daxuyaniya cîhanî ya mafên mirovan li ku me? Hûn çima ji bo xilaskirina van hewl nadin? Kesên ku pişta xwe dizivirînin pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî yên welatên din tenê xwe dixapînin. Mala me tu kesî bi wisa nîne ku dema em deriyên xwe bigirin bibe ewle. Ji bo vê yekê divê her welat digel nav xwe û herêma xwe li hember hemû pirsgirêkên ku li dinyayê diqewimin hesas bin.
-"Ecdadê me zilm nekiriye"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku di vê mijarê de tu tirs û fikarên wan tune û wiha axivî:
"Em bawer dikin ku ecdadê me zilm nekiriye. Niha li wleatê me dora 80 hezarî ermenî hene. Nîvê van welatiyê me ne. Nîvê din jî ji ber xîzaniyê ji Ermenistanê reviyane û hatine welate me. Niha li wleatê me dijîn û mêvanên me ne. 40 hezarî wan welatiyê me ne. Diasporaya ermeniya bila ji 40 hezar welatiyên me bipirse 'Gelo li Tirkiyeyê li we zilmê dikin an na?' Em bi hev re dijîn. Me di heyama serokwezîriya min de Dêra Ortodoksan a Ermeniyan bi pereyê xezîneyê bi xwe da çêkirin. Her sal welatiyên me yên ermenî û ermeniyên ku ji çar aliyên cîhanê tên wir îbadetên xwe dikin. Her tişt eşkere ye, hewce nake ku em bitirsin. Ji ber xwe ve tiştên gelekî basît derdixînin û êrîşî welat û gelê me dikin, ev yek tiştên niyedpak nînin. Ne mimkûn e ku em van qebûl bikin. Me tu êşên ku qewimîne tune nehesibandiye û di heman demê de em qebûl nakin û êşên qewimîne jî bidin ber hev. Em çaw aku ji bo 4 milyon misilmanên ku dema ji Balqanan, Qafkasyayê û herêmên din ên hawirdora me koçî Anadoluê dikirin mirin, xemgîn dibin di heman demê de ji bo ermeniyên ku mirin jî ew qas xemgîn in. Nêrîna me ev e."
-"îxtilafa Îsraîl û Filîstinê nahêle ku li Rojhilata Navîn aştî çêbe"
Erdogan diyar kir ku îxtilafa di navbera Îsraîl û Filîstinê de astengiya herî mezin e ku li Rojhilata Navîn aştiya mayînde bê pêkanîn û got "Heta dawî li îşgala axa Filîstinê bernedin û venegerin sînorên beriya 1967an em dê piştriya xwe ya vir berdewam bikin. Heta Dewleteke Filîstinê ya ku paytextê wê Qudûsa Rojhilat e neyê avakirin, çareseriya vê pirsgirêkê mimkûn nîne."