Ferizat Kaya
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Şêwirmendê Taybet ê Qibrîsê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Espen Barth Eide ragihand ku Konferansa Qibrîsê yê li Cenevreyê, wê di hezîranê de bê kirin.
Eide, di civîna çapemeniyê ya li navenda giştî ya NYyê de li ser biryara jinûve kirina konferansa Qibrîsê got: "Ji ber ku em gihaştine vê astê, em gelek kêfxweş in lê hê gelek karên ku em bikin hene."
Eide got ku hevdîtina di navbera Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres û serokên Qibrîsê di nava atmosfereke semîmî û durist de hat kirin. Piştî ku bi rayedarên Tirkiye, Yewnanistan, Qiraltiya Yekgirtî û Yekîtiya Ewropayê hevdîtin bê kirin dê dîroka konferansa Qibrîsê eşkere bibe. Eide got: "Bi îhtimala mezin dê hevdîtin di nava meha hezîranê de bê kirin."
Eîde li ser pirsa têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji got: "Em bi Tirkiyeyê re diyalogeke baş û kûr dimeşînin"