DIYARBAKIR
Tevgera Şaristaniyê û Mirovan û Tevgera Civanan ji bo ku biratiyê xurt bike projeyek amede kir. Wezareta Werzîş û Ciwaniyê jî piştgirî da vê projeyê û 100 xwendekar ji Stenbolê hatin Diyarbekirê.
Xwendekar li îstasyona Diyarbekirê bi govend û dîlanan ve hatin pêşwazîkirin.
Kordînatorê Projeya Pireya Biratiyê ya Tirkiyeyê Orhan Demîral di daxuyaniya xwe de got ku armanca wan ew e ku ew biratiyê xurt bikin.
Demîral wiha axivî: "Rêwîtî 5 rojan dewam kir. Her bajarî mijarek hebû. Li Stenbolê hezkirin, li Konyayê rêz, li Qeyserî û li Edeneyê fedakarî, li Diyarbekirê wefa. Mijara me ya sereke yekîtî û biratiye. Gelek xwendekar cara yekem e tên li Diyarbekirê û ew ê li vir bigerin û em ê saziyên civakî ên sîvîl re hevdîtinan bikin."
Demîral got ku dixwazin feydeya wan bigîhîje pêvajoya çareseriyê û wiha dewam kir:
"Verastkirinên qanûnî yên der barê mijara pêvajoya çareseriyê de wezîfeya siyasî ye. Di navbera mirovan de ev haveyn neyê avêtin bi qanûnan ve pêwendî nayên dewam kirin. Em bi vê pirojeyê dixwazin nîşan bidin ku di navbera ciwanan de tu pirsgirêk tune û ew dikarin bikevin milên hev û bigerin. Em ê pireyên biratiyê yên nû ava bikin."