LONDON
Berpirsyarê Têkiliyên Karên Derve yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Felah Mistefa Bakir diyar kir ku ew dixwazin, hewl û xebatên ku ji bo pêvajoya çareseriyê tên meşandin, bidomînin û wisa hêvî dikin xebatên tên birêvebirin heta ku pêvajoya çareseriyê diçe serî bila dewam bikin û wiha pê de çû: "Me berê jî piştgirî da pêvajoya çareseriyê û em ê piştgiriya xwe ya ku didin pêvajoya çareseriyê jî bidomînin"
Bakir piştî "Konferansa Xaz û Nefta Iraq-Kurdistanê" ku li Londonê hat lidarxistin, pirsên nûçegihanê AAyê yên der heqê serdana Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê, pêvajoya çareseriyê, têkoşîna bi DÎŞIyê re û xaza HKIyê de bersivand.
Di mijara pêvajoya çareseriyê de Bakir xwest ku hewl û xebat bidomin û wiha got: "Em dixwazin hewl û xebatên ku ji bo pêvajoya çareseriyê tên dayîn bidomin. Hêviya me ew e ku ev xebat heta pêvajo diçe serî dewam bikin."
Piştgiriya ku HKI dide pêvajoya çareseriyê jî di rojeva Bakir de bû û ji bo vê jî destnîşan kir ku ew bawer dikin ku dê aştî pêk bê û wiha dewam kir: "Baweriya me bi aştiyê heye û ji ber vê jî em ji pêvajoyê dilxweş in."
Bakir destnîşan kir ku wan berê jî piştgirî dida pêvajoya çareseriyê û wiha dewam kir: "Em ê piştgiriya ku didin bidomînin. Tiştê herî baş ê ku bê kirin jî ev e. Baweriya me bi aştî û guftûgoyê heye. Aştî xweşiyê bi xwe re tîne. Aştî bi xwe re nêrîna bi hevdu re jiyînê tîne. Em dixwazin hewl û xebatên ku ji bo pêvajoya çareseriyê tên dayîn bidomin. Hêviya me ew e ku ev xebat heta pêvajo diçe serî dewam bikin."
Berpirsyarê Têkiliyên Karên Derve yê HKIyê diyar kir ku têkiliyên di navbera Tirkiye û HKIyê de di demên dawîn de bi awayekî erênî dimeşin û ew dixwazin ku ev têkilî zêdetir bibin û bimeşin.
Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ji bo hin têkiliyan hat Tirkiyeyê û Bakir jî ziyareta Barzanî nirxand û wiha şîrove kir: "Wek cîran hewcedariya me bi hevdu heye. Ji ber vê jî avakirina pêşerojeke hevpar dê bi kêrî me her du hêlan jî bê. Lazim e ku em hevkariyê bikin. Em wek Rêveberiya Herêma Kurdistanê Iraqê wisa bawer dikin ku têkiliyên baş ên di navbera me de ji bo herdu aliyan jî gelekî bi kêr in. Bi saya lîderê herdu hêlan me êdî li hemberî hev enî ava nekirin û têkiliyên xwe pêştetir birin û lazim e ku em vê bidomînin, lewra gelek tiştên me yên hevpar hene. Ji bo pêşvebirina fersendên hevkariyê divê em li ser wan xalên me yên hevpar bisekinin. Me gelek hewl da û ez wisa bawer dikim, gelek fersendên ku ji bo têkiliyên me zêdetir pêşve biçin jî hene.
-"Divê em bi hevdu re li hemberî dijmênê zalim têbikoşin"-
Bakir li ser têkoşîn û rola aktîf a Tirkiyeyê ya li hemberî DÎŞIyê jî sekinî û diyar kir ku di têkoşînê de Tirkiye xwediyê roleke pir girîng e, lewra DÎŞI ji bo her kesî talûke ye û wiha dewam kir: "DÎŞI ji bo Kurdistanê, ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn, ji bo nirxên me yên wekhevî, demokrasî, edalet û azadiyê talûke ye. Ji ber vê jî lazim e em bi hevdu re tevbigerin. Divê em bi hevdu re li hemberî dijmênê zalim têbikoşin. Em ji ber avakirina koalîsyona navneteweyî ya ku ji bo bi DÎŞIyê re têbikoşe gelekî kêfxweş in."
- "Hewcedarî bi alîkariya civakên navneteweyî heye"-
Bakir ji bo çareserkirina pirsgirêkên di qada ewlehî, aborî û mijarên din yên ku li herêmê diqewimin de hevkariyê pêwîst dibîne û ji ber qeyrana Sûriyeyê jî zane ku Tirkiye bi gelek penaberan re rû bi rû ma û alîkarî daye wan.
Ji mijarên ku Bakir bi taybetî xwest balê bikşîne serê yek jî şert û mercên zor yên ku penaberên li Iraqê di nav de ne bû û ji bo vê yekê wiha got: "Niha ji 280 hezarî zêdetir penaber mêvanên me ne, bi qasî milyonekî penaber jî ji cih û warê xwe bûne. Bi tevlî penaberan ve ev hejmar dibe nêzî milyonek û 600 hezar. Ev barekî pir giran e û hewcedariya me bi alîkariya civakên navneteweyî heye."
-Xaza HKIyê dê di 2018an de li Tirkiyeyê be"
Bakir destnîşan kir ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de dê xeta boriyê ya ji bo xaza sirûştî bê avakirin û bi saya xetê xaza herêmê heta 2018an dê bigihêje bazara navneteweyî û wiha pê de çû: "Ez wisa bawer dikim bi saya hewcedariya vejenê û têkiliyên di navbera me û Tirkiyeyê de ev yek dê bê kirin. Wisa bawer dikim ku herdu alî dikarin bibin şirîk jî. Em dikarin bi hevdu re xazê bigihînin Ewropa û dinyayê. Ji bo vê li herêma me ev çavkanî heye û ev ji bo me jî fersend e. Em ji ber ku gelek karsazên ji Tirkiyeyê li Iraqê ne pir kêfxweş in. Ya rast jî ev e. Wek cînar hewcedariya me bi hev heye. Em dikarin xêrê ji hev bibînin. Ev yek bi kêrî her du aliyan jî tê. Pêwîstiyên Kurdistanê hene û tecrûbeya Tirkiyeyê heye."