Türkan Tosun
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 02 Sibat 2020
Endonezyayê 238 welatiyên xwe ji Vuhana bajarê Çînê ya ku nexweşiya şewba koronavîrusê (2019-nCoV) lê peyda bû, tehliye kir.
Li gor nûçeya Metro TVyê balafira Rêhewaya Batîkê ya ku tê da 238 Endonezyayî heye gihîşte Balafirgeha Nadîmê ya li Girava Batamê.
Wezîrê Tenduristiyê Terawan Agus Putranto got rewşa welatiyên hatine tehliyekirin baş e, 4 welatî bi daxwaza xwe venegeriyane û 3 welatî jî ji ber rewşa wan a tenduristiyê destûra hatinê hilnedane.
Putranto got 3 balafirên eskerî wê 238an bibin herêma Natunayê ya li Giravên Rîuayê, ewê 14 rojan di nexweşxaneyê qarantînayê da bimînin.
Wezîrê Karên Derva Retno Marsud jî got ew kêfxweş e ku kar û barên tehliyeyê bê pirsgirêk temam bûn.