RIYAD
Serokmar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima cinazeyê Ebdillah bîn Ebdilezîzê Qralê Erebistana Siûdî bû.
Erdogan piştî ziyareta xwe ya Etiyopyayê ji bo ku beşdarî merasima cinazeyê Ebdillah bîn Ebdilezîzê Qralê Erebistana Siûdî be hate Mizgefta Îmam Tirkî bîn Ebdillah.
Erdogan li vê derê serxweşî da Selman bîn Ebdilezîzê Qralê teze û derbasî protokola nimêja cinazeyê bû.
Erdogan bi Selman bîn Ebdilezîzê Qralê teze û malbata qraliyetê ra sef girt û pêşiyê nimêja esrê kir.
Mîrzeyên siûdî bi çardarê va cinazeyê Ebdillah bîn Ebdilezîz anîn mizgeftê.
Paşê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Şêxê Qetarê Temîm bîn Hamed al-Sanî, Mîrê Quweytê Şêx Sebah, Serokê Dewleta Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî Şêx Mihemed bîn Ziyad, Serokwezîrê Pakistanê Newaz Şerîf û gelek serok û serokwezîrên welatên din nimêja cinaze hat kirin.
Cinazeyê Ebdillah bîn Ebdilezîz piştî nimêjê birin Goristana Udê ku binax bikin.
Di merasimê da tevdîrên ewlehiyê zehf bûn û merasim bi zindî hat weşandin.
Ebdilah bîn Ebdilezîz di 1ê tebaxa 2005an da li ser postê Qraliyeta Siûdî rûniştibû.