Abdullah Tel
30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
CHICAGO
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji rêveberiyên Amerîka û Îsraîlê xwest ku bila ji bo Qudsê xwe ji gavên wê bibin sedema gengeşiyê dûr bixin.
Serokomar Erdogan ji bo 16mîn kongreya Cimaetên Misilman ên Amerîkayê (MAS) û Camîeya Îslamê ya Amerîkaya Bakur (ICNA) ku li Chicagoyê hat lidarxistin peyameke bi dîmen şand.
Di peyama xwe da Serokomar Erdogan diyar kir ku misilmanên li Amerîkayê niha bi tehdîd û talûkeyên nû ra rû bi rû ne û ji ber vê jî hêvî kir ku Kongreya MAS-ICNAyê di vê qadê da bi kêr bê.
- Peyama ji bo Qudisê di rojevê da cih girt
Serokomar Erdogan biryara Serokê Amerîkayê Donald Trumpê Quds wek paytextê Îsraîlê qebûl kir bi bîr xist û bal kişand 14 welatên endamên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û 128 welatên ku di Lijneya Giştî ya NYê da bertek nîşandan û wiha pê da çû: "Serfiraziya di meseleya Qudsê da nîşanî me da wextê ku em bi hev ra tevbigerin em dikarin çawa bi ser kevin evê baş nîşan da. Ez vê serfiraziyê di têkoşîna ji bo heq, edalet û azadiyê tê dayîn da wek destpêkeke nû dibînim. Ev serfiraziya wehdet, bihevgirtin û bihevrebûnê ye û di heman demê da nîşanî çar aliyê dinyayê da ev nirx bi pere nayên kirîn û firotin.
Di axaftina xwe ya bi dîmen da Serokomar got ku şantaj û tehdîdên Amerîkayê yên beriya ray avêtinê ji bo Qudsê li welatan dikir beredayî derketin û 128 welat li parastina pîrozî û statuya dîrokî ya Qudisê xwedî derketin.
Serokomar axaftina xwe wiha domand: "Di rayavêtina ji bo Qudsê da helbet lazim e herkes ya li para wî dikeve fehm bike. Ez bi taybetî ji rêveberiyên Amerîka û Îsraîlê dixwazim ku bila xwe ji wan gavên ku wê bibin sedema nîqaş û aloziyê dûr bixin. Lewra Quds ji bo me cihekî ku em bikin qurbana berjewendiyan nîne û ji bo me pir pîroz e. Quds roniya çavê hemû misilmanan, namûs û xeta wan a sor e."