ERBÎL
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ya Serbixwe ya Îraqê Serbest Mistefa di daxuyaniya da nûçegihanê AAyê de got ku ji ber hîn endamên lîjneyê seferên wan ên balafirê betal bûn û nekarîn di wextê xwe de derbasî Erbîlê bibin, encamên fermî dê sibe were aşkerekirin.
Hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistana Îraqa Federal di 21ê îlonê de pêk hatibûn û her kes bi mereq li benda eşkerekirina encaman e.