DAKAR
Abdoulaye Diopê ku li Dakara Senegalê dijî û debara xwe bi çêkirina nîgaran dike, bereqeya xwe ya 2 mêtro wek atolye û mal diemilîne.
Diopê ku li semta Medîneya Dakarê dimîne xebatên xwe bi nûçegihanê AAyê ra parve kir. Diop destnîşan kir ku di nav şert û mercên dijwar da jî dev ji çêkirina nîgaran bernade.
Diop nîgarên ku çêdike li se kolana Kordonê difiroşe û berhemên xwe li gor mezinbûna wan di navbera 15 hezar û 20 hezarê (30-40 dolar) frangê Afrîkaya Rojavayê da difiroşe.
Diopê misilman di nîgarên xwe da teswîrên qerebelax û motîfên dînî çêdike.
Diop destnîşan kir ku him bi çêkirina nîgaran derbara xwe dike û him jî bi rêya hunerê eşq û hestên xwe dineqişîne ser nîgaran û wiha got: "Heta sax bim, ez ê tûvalên sipî bineqişînim."