PARÎS - Ömür Melih Üzelce
Nameya navdar a padîşahê Osmaniyan Qanûnî Sultan Suleyman ku ji Qralê Fransayê Fransuvayê Yekem re şandibû li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Fransayê tê parastin. Name wiha dest pê dike: " Ez şahê şahan, siltanê siltanan im, li ser rûyê erdê siya Xweda me ku ew tac dide serê padîşahan." û wiha dewam dike: "Tu Qralê bajarê Fransayê Fransûva yî"
Qanûniyê ku Fransî wî wek "Suleymanê Mûhteşem" bi nav dikin, di kanûna paşî ya 1526an de nameyek ji Qralê Fransayê Fransûvayê Yekem re şandibû. Ev name, hem ji bo destpêka têkiliya tirk û fransiyan hem jî ji ber ku di siyaseta wê demê de cihê Osmaniyan nîşan dide, girîng e.
Name, li pirtûkxaneyê di nav berhemên girîng de cih digre.
Nameya Qanûnî ku di beşa destnivîsan de tê parastin, li rûpelekî 167,5 santîman dirêj û 35 santîman fireh hatiye nivîsîn û ji 15 rêzan pêk tê.
Di 24ê sibata 1525an de di Herba Pavyeyê de Qralê Fransayê Fransûva û dêya wî Duşes Dangolen, ji aliyê Qralê Almanan Şarlken ve têne êxsîrkirin. Li ser vê yekê Fransuva, nameyekê ji Qanûnî re dişîne û alîkariyê jê dixwaze. Îcar Qanûnî, li ser vê yekê bersivê dide nameya Fransuva.