Ahmet Aydın
26 Îlon 2019•Rojanekirin: 28 Îlon 2019
Li Sarayevoya paytexta Bosnayê Fuara Helal a Sarayevoyê ku îsal duyemîna wê tê li darxistin û ji 36 welatan zêdetir ji 100 fîrmeyî beşdar in, dest pê kir.
Fuar ji aliyê Bosna Bank International (BBI) tê lidarxistin û Ajansa Anadolu (AA) jî ji bo wê "Hevbeşê Ragihandinê yê Global" e.
Merasima wê ya vekirinê li Navenda Çandê ya Skenderijayê hat lidarxistin û tevî rayedarên payebilind, ji hemî qada zincîra tedarika helalî, nûner beşdar bûn.
- "Li Tirkiyeyê xurekên helal her sal 100 ji sedî mezin dibe"
Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) Îsrafîl Kuralay anî ziman ku Stenbol giringtirîn bajarê pîşesazî û bazirganiyê yê Tirkiyeyê ye û Sareyevo jî bi heman şêweyî yê Bosnayê ye.
Kuralay bibîr xist ku piyaseya kelûpelên helal bi taybet serdema dawîn bûye bazareke balkêş û tekezî li wê yekê kir ku 57 welatên misilmanan bi 1,6 milyar nufûsa misilman tenê dikare 20 ji sedî yê piyaseya helal berhem bîne.
Kuralay destnîşan kir ku li Tirkiyeyê xurekên helal her sal 100 ji sedî mezin dibe û wiha got, "Em di wê têgehiştinê de ne ku Bosna jî di vê kertê de ka çiqas serkêş e. Ez di wê baweriyê de me ku sermayedanîn û karên ku em bi hevbeşî di vî warî de bikin dê gelekî sûdmend bin."

Rêveberê Giştî yê BBIyê Amer Bukvic jî bal kişand ser wê yekê ku duyemîn car lidarxistina vê fuarê ji bo ku Sarayevo bibe navenda piyaseya endustriya helal giring e mû got, "Xureka helal ne tenê ji bo misilmanan ji bo sihhet û tendirustiyê jî giring e."
Fuara ku nûnerên navneteweyî yên ji hemî qada zincîra tedarika endustriya helalî dicivîne, dê heta 28ê îlonê berdewam be.
Ji 36 welatên weke Sirbistan, Xirwatistan, Montenegro, Slovenya, Makedonya û Albanya, digel hinek welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE), herwiha Tirkiye, Erebistana Siûdî, Îmarat, Malêzya, Îndonêzya û Behrênê, zêdetir ji 100 fîrmeyî di fuara ku bi piştevaniya Bankeya Geşepêdana Îslamî û Yekîtiya Îslamî ya Bosnayê tê lidarxistin de beşdar in.