ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got "Heke polîtikayeke te, vîzyoneke te, projeyeke te tunebe û tu nekarî derkevî meydanê û biaxivî, tu nikarî der barê pirsgirêkên welat de hevokekê tenê bibêjî, tenê populîzmê bikî ew çax ev siyaset siyaseteke çawa ye? Wa ye ew çax tu siyasetmedarê taşeron î, îro heyî sibê tunî."
Akdogan beşdarî Lijneya Giştî ya Asayî ya 12emîn a Sendîkaya Hîzmet-Îşê ya li Otêla Çamê ya Kizilcahamamê bû û wir axivî. Akdogan diyar kir ku di navenda siyaseta AK Partiyê de mirov û xizmet heye, cara ewil bi AK Partiyê xizmet bû navenda siyasetê.
-"Ji namezdên xwe şerm dikin, îdeolojiyên xwe yên siyasî ditirsin"
Yalçin Akdogan got "Li Tirkiyeyê heyameke fetretê qewimî, ji heyama Ozal heya Erdogan. Seranserê 12 salan her kesî her tiştê xwe winda kir. Tirkiye hatibû ser rêya kendêl. Wê heyamê gel dest danî ser birêvebiriyê. Di sala 2002yan AK Partî anî ser îqtidarê."
Akdogan qal kir ku hin kes rexneyên wekî "Don Kîşotiyê dike" li îqtidara AK Partiyê dikin û wiha axivî:
"Em ji bo vî gelî her cure têkoşînê didin. Heke hewce bike ku em ji bo heq û hiqûqê têkoşînê bidin, me li dijî statukoyê têkoşîneke mezin da, ji bo ku tiştên rûniştine xira bikin têkoşîneke mezin da. Heta gel li pişt me be em çûn ser hemûyan. Ji ber vê Tirkiye pêş ket, hat astekê."
Akdogan bi bîr xist ku li Tirkiyeyê "pirsgirêka siyasetmedarên taşeron, pirsgirêka siyasetmedarên demkî" heye û got ku îro ew li kolanan digerin û partiyên din rexne kir û got lê siyasetmedarên din li holê xuya nakin.
Akdogan got "Yek ji wan li mêydanê tunin, ji namzedên xwe ditirsin, ji îdeolojiyên xwe yên siyasî ditirsin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Nêrîneke wan a wekî 'eman bila dengê me kêm nebin, em nekevin ber çav, neaxivin' heye. Ê baş e, lê hûnê çawa siyasetê bikin? Heke polîtikayeke te, vîzyoneke te, projeyeke te tunebe û tu nekarî derkevî meydanê û biaxivî, tu nekarî der barê pirsgirêkên welat de hevokekê tenê bibêjî, tenê populîzmê bikî ew çax ev siyaset siyaseteke çawa ye? Wa ye ew çax tu siyasetmedarê taşeron î, îro heyî sibê tunî."
Akdogan got ku ji roja ku AK Partî hat ser îqtidarê heta niha hin kampanyayên rûreşkirinê hatin kirin û parast ku niha jî planeke kaosê tê amadekirin û navê wê jî "HDP" ye.
Akdogan diyar kir tehde li HDPyê kirin ku wek partî bikeve hilbijartinê û wiha axivî:
"Piştê wê jî dibêjin ku 'Heke ji bendê derbas bibe em dê AK Partiyê dûr bixin.' Jixwe gel jî 'wekî miha bikin, wisa bikin' tehdît dikin. Birayê min li vî welatî partiyên ku bûn îqtidar di bin bendê de man, ma ew derketin serê çiyê, gel tehdît kirin? Dibêjin ku 'dê alozî derkeve' û tehdîdê dikin. Yaw ev gel, ev dewlet rê dide tehdîdên we, ji we re eywallahê dike? Nake. Ew hemû ketin nav heman çiwalî, HDP jî xistine nav wê. HDP jî bi destê wan ve zeliqî. Çima xwe dide bikaranîn? Armanca wan ew e ku 'bila kaos derkeve ku em jî xweseriyê îlan bikin'. Ji ber wê xurtbûna wan nayê wateya xurtbûna demokrasiyê. Ji ber ku saziyeke di bin siya rêxistina terorê de ye."
-"Te ji kurdên reben ên wir xerac sitand"
Akdogan destnîşan kir dema ku Selahattîn Demirtaş ji sedî 9an derbas bû, demokrattir nebû, 45 roj pişt re gel daxist kolanan û tu temînata wê tune ku dema ji sedî 10 derbas bû dê heman tiştî bike an na.
Akdogan bila kişand ku cara ewil saziya siyasetê evqasî bi şantajê re rû bi rû ma û got "Arîkarê serokê giştî yê partiyekê spasiya rêxistineke terorê, spasiya DHKP-Cyê dike, dibêje ku 'piştgiriyê didin me'. Kesên nêzî van kirin namzed. Ev sazî saziyeke wisa ye ku ji bo demokrasiyê xetere ye."
Akdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Niha Qendîl dibêje ku 'Ez ê di maweya hilbijartinê de tehdît nekim.' Hebûna te ji bo demokrasiyê tehdîdek e. Ev hewl didin ku li Rojhilat bi tehdîdê dengan berhev bikin, li Rojava şirîntiyê dikin. Çiye qaşo 'Robîn Hood' wey mala minê. Te li kurdên reben ên wir xerac birî, tu zarokên kurdên reben direvinî, bi zorê kepengên wan biesnafên kurd didî girtin, rêya wan dibirî. Hêza te têra kurdên wir dike. Îro gelo ji bilî PKKyê tu kes zilmê li kurdan dike? Ev qaşo dê bibin partiya Tirkiyeyê, tu dê çawa bibî? Bi derxistina namzedê hevzayend, an bi rakirina dersa dîn, bi gotina em ê dersa dîn rakin bibî partiya Tirkiyeyê? Em divê bi vê lîstikê neyên xapandin. Ev ne ligel kurdên reben in, mil bi milê patronên çapemeniyê, axayên sermayê re ne, destê xwe avêtin kapika wan. Ev bûn tirkên spî."
Yalçin Akdogan destnîşan kir ku ji ber vê yekê ev hilbijartin gelekî girîng e û da zanîn ku dê di heyama nû de bi sendîka, SCS, weqif û komaleyan re Tirkiyeya pêşketî û demokrasiyê ava bikin.
Akdogan pişt re Navenda Kordînasyonê ya Hilbijartinê ya AK Partiyê ya li Kizilcahamamê ziyaret kir û der barê xebatan de agahî sitand.