BURSA
Kordînatorê Platforma Rebîayê ya Navneteweyî Cîhangîr Îşbîlîr ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku komên ku li Tirkiyeyê çalakiyan dikin bi taybetî zirarê didin dibistanan, mizgeftan, mûzeyan, pirtûkxaneyan û qursên Qur'anê.
Îşbîlîr got ku ev rewş wehşet û hovîtî ye û ev jî eşkere dike ku yên êrîşî van cihan dikin ne dostên gel û çanda wan in.
Îşbîlîr wiha axivî: "Ev hişmendî hewl dide ku di navbera kurd, ereb û tirkan de fitne û nifaq derkeve. Divê gelên herêmê vê hişmendiyê qebûn nekin. Lewra heke pevçûn û nîqaş çêbibin, yên ku zêde zirarê bibînin dîsa gelên herêmê ne. Yên ku li Tirkiyeyê naxwazin aştî û îstiqrar çêbibe, pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe û rewşa biratiyê ji holê rabe van çalakiyên provakatîf dikin. Heke li hember vê baldar nebin dibe ku xisarên mayînde çêbibin. Divê ji wan re destûr neyê dayîn. Saziyên civakî yên sîvîl, rûspî, alim û medya divê wezîfeyên xwe bikin."
Îşbîlîr got ku yên ku hewl didin pêvajoya çareseriyê dawî bibe îxanetê dikin û wiha axivî:
"Yên ku êrîşên dawîn wek sedem nîşan didin û li hember birayên me yên kurd tevgerên nebaş nîşan didin ji dîrokê re îxanetê dikin. Xwedîderketina van êrîşên wehşî milyonan birayên me yên kurd di bin tohmetê de dihêle, nahêle pêvajoya aştiyê bigihêje encamê. Ev jî di serî de birayên me yên kurd ji hemû mirovên li ser vê axê dijîn re îxanet e."