LONDRA
Alikarê Wezirê Karên Derve yê Îngiltereyê û berpirsiyarê Rojhilata Navîn Alîstaîr Burt, got ku girtina serokên Birayên Misilman dibe sedama endîşeyan û alikariya pêvajoya bihurbar ya li Misrê jî nake.
Burt, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji Misrê nûçe tên ku serokên siyasî tên binçavkirin û girtin. Ez ji bo vê fikarê dikim. Hewcedariyên Misrê li ser her tiştî ye. Ev hewcedarî bi tenê guherîneke demokratîk û reformî û bi pêvajoyeke ku her kes beşdar dibe bê çareser kirin."
Burt, bangî hemû aliyan kir ku bi hev re hilbijartinên azad bikin û wiha pê de çû: "Di vê pêvajoyê de divê rêvebir rêzê nîşanî qanûnê bidin û dewlet jî mudaxeleyî li çapemeniyê neke. Hin kes tên girtin û sedama wan jî wisa xuya dike ku sîyasî ye. Ev girtin jî nahêlin pêvajo bimeşe."