Serokê Meclisa Navçeya Qaîmê Nazim el-Berdan daxuyanî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir ku firokeyên şer ên hêzên Esed li dijî wargehên li navçeya Qaîma li rojavayê bajarê Enbarê operasyona asîmanî li dar xist.
Berdan diyar kir ku di êrîşê de 3 sivîlan can da û 5 jî jê birîndar bûn û bi dehan malbat jî ji ber tirsa êrîşeke din koçî deverên ewledar kirin.
Ji hêla din ve artêşa Sûriyeyê der barê êrîşê de tu daxuyanî neda.
Hefteyek berê jî hatibû îdiakirin ku di operasyona asîmanî ya firokeyên şer ên Sûriyeyê ya li dijî navçeya Qaîmê de 20 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. Lê belê Sûriyeyê ev îdia qebûl nekiribûn.