Polêsê peywirdar diyar kir ku di seranserê şevê xebatên lêgerîn û xelaskirinê domandin û cesedê hezar û 900 kesî ji bin kavilê erdhejê hatin derxistin. Tenê li Katmandûya paytext hejmara miriyan gihîşt 721ê.
Wezareta Karên Navxweyî ya Nepalê jî daxuyand ku zêdetirî 5 hezar kes birîndar bûn.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê destnîşan kir ku tevahiya şevê erdhejên dûmayî berdewam kirin û ber destê sibê hejeke din a bi lerza 4,6an pêk hat.
Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî jî daxuyand ku nifûsê Nepalê nêzîkê 27 milyonî ye û 75 herêmên wê yên îdarî hene û wiha hat gotin: "Li 30 herêman biqasî 4,6 milyon însan di bin bandora erdhejê de ne."
Edîtorê rojnameya Nepal Timesê Kûnda Dîxît di hesabê xwe yê Twitterê de wiha nivîsî: "Avahî hilweşiyan, perestgeh rûxiyan, lerzên dûmayî biqasî heja ewil bihêz in."
Nivîsakarê blogekî yê bi navê Salokya jî pêdawistên sereke wiha rêz kir: "Xwarin, ava vexwarinê û kon." Herwisa Salokya destnîşan kir ku xetên vejen û ragihandinê qut bûn."
Berpirsên dezgehên xêrxwaziyê yên navneteweyî diyar kirin ku reqema miriyan li gorî paytext û bajarên nêzî wê tên dayîn, lêbelê hejmara rastîn û zêdetir a miriyan dê li gund û bajarokên ku bêtir kavil bûne de derkevin holê.
Dîrektorê berpirsê Asya-Pasîfîk ê Federasyona Komeleyên Heyva Sor û Xaça Sor yên Navneteweyî Jagan Chapagain wiha got: "Em aniha nizanin ka encama rastîn a erdhejê çi ye. Ev erdhej dibe ku li vê herêmê ji hej û lerzên ji sala 1934an û vir ve ya herî xedar û xeraker be."
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî bi têlefonê li Serokwezîrê Nepalê Sushîl Koîrala geriya û diyar kir ku ji bo alîkariyê ew amade ne. Hindistanê ji bo ku tevî xebatên lêgerîn û xelaskirinê bibin 285 pisporên lêgerîn û xelaskirinê şand Nepalê.
- Di nava kesên ku li Everestê mirin de rêveberekî Googleê jî heye
Di şepeya li Everestê ya ku erdhej bû sedema wê de hejmara miriyan derket 17an. 61 çiyagerên ku di bin şepeyê de man, bi awayekî birîndar hatin xelaskirin.
Ji bo xelaskirina çiyagerên din ên ku di bin şepeyê de man xebat didomin.
Şertên dijwar ên hewayê li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê asteng dike.
Di nava kesên ku mirin de rêveberekî Googleê Daniel Fredinburg jî heye.
- Alîkariyên navneteweyî
DYA, Çîn, Pakistan, Hindistan, Turkiye, Îran, Kanada û Îsraîl welatên ewil in ku alîkarî şandin Nepalê.
Dezgehên xêrxwaziyê yên mîna Xaça Sor, Oxfam û Rêxistina Bijîşkên ku Sînoran Nas Nakin jî dest bi şandina pisporan kirin.
Çînê tîmeke ku ji 61 kesî pêk tê şand.
Wezîrê Pêşketina Navneteweyî yê Kanadayê Christian Paradîs jî diyar kir ku wan 5 milyon dolar pere bexşand da ku ajansên navneteweyî yên alîkariyê yên ku tevî xebatên lêgerîn û xelaskirinê bûn xerc bikin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Peter Lerner jî di hesabê xwe yê Twitterê de wiha daxuyand: "Artêşa Îsraîlê ji bo ku li Nepalê tevî xebatên xelaskirinê bibin dê tîmeke pisporan bişîne."
Wezareta Karên Derve ya Îranê jî serxweşî da xelkê Nepalê. Serokê Heyva Sor a Îranê Elî Esker Ehmedî jî daxuyand, Îran amade ye ku alîkariya mirovî bide Nepalê.