16 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş dema ku civîna Lijneya Wezîran a ku li Koşka Çankayayê bi Serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu berdewam dikir, daxuyanî dan rojnamevanan.
Kurtulmuş got "Ya ku divê di rastiyê de bibin Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ew e ku duh jî li Azezê êrîşî nexweşxaneyê, cihên sivîl kirin, êrîşên ser cihên ku divê di qada şer de bên parastin, êrîşên ser cihên ku divê bi hevparî bê parastin e."
Numan Kurtulmûş ev gotin:
"De kerem bikin Amerîka û Rûsya. Heke hûn samîmî bin kerem bikin bi hev re herin Konseya Ewlehiyê ya NYyê û bibêjin ku 'Li Sûriyeyê ev herêm herêmên ji firê re qedexe ne û bila tu welêt nehêle ku çûkek jî bifire. Heke hûn bi rastî jî li aliyekî li Swîsreyê û Almanyayê maseyên aştiyê ava dikin, heke hûn hêvî dikin ku ji wan maseyên aştiyê bi samîmî encamek bi dest bixin, kerem bikin vir NYyê herêma ji firê re qedexe îlan bikin û qet nebe aliyên deremirovahiyê ya şer demildest asteng bikin û destê maseya aştiyê hêzdar bikin.
Hûn dê hem bingeheke wisa amade bikin ku ji Neteweyên Yekbûyî ya ku hêza wî heye bikare her cure qetlîamê bike hem jî pişt re îdia bikin ku wek maseya aştiyê ava kiriye. Jiholêrakirina vê nakokiyê ji bo parastina îtibara Neteweyên Yekbûyî elzem e. Em wek Tirkiye car din vê yekê bi awayekî eşkere dibêjin û berpirsyariyên wan ên dîrokî hem dixin bîra Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hem jî Rûsyayê. Xwedê neke heke pirsgirêk neyê çareserkirin, di vê çarçoveyê de bêdeng bimînin û civaka navneteweyî di mijara Sûriyeyê de nekare aştiyê bi dest bixe berbiçav e ku pevçûnên vir nîşaneya pevçûnên mezintir e."
- "Em razî nabin ku Tirkiyeyê bixin nav serpêhatiyeke ku dawiya wê nediyar e"
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş got "Bila tu kes nekeve şikê ku em her cure bergiriyên ku berjewendiyên navneteweyî yên Tirkiyeyê diparêzin, digirin, her cure amadehiyên xwe dikin. Lê em di encamê de razî nabin ku Tirkiyeyê bixin nav serpêhatiyeke ku dawiya wê nediyar e. Bi nêrîna di nav hevsengê de, ferasetê de ku dikare bibîne ka geşedanên li herêmê ber bi kû ve diçin, biryardariya xwe ya ji bo parastina desthilatdariya neteweyî ya Tirkiyeyê diparêzin hem jî naxwazin ku Tirkiye bikeve nav serpêhatiyekê."
- "Înşeallah dê Tirkiye nekeve nav vê turbulansa herêmê"
Numan Kurtulmuş got ku "Ez hêvî dikim ku Tirkiye rehet bibe" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em carna ji vir û wir dibihîzin ku dengê lobiyên şer ên der barê şer de bilind bûye. Înşeallah dê Tirkiye nekeve nav vê turbulansa herêmî û înşeallah Tirkiye dê demildest perspektîfa ku li vê herêmê aştiyê pêk bîne bi hemû raya giştî ya dinyayê re parve bike û piştgiriyê bide pêkanîna aştiyê."
- "Li Silopiyê dê veguherîna bajarî ya mezin bê kirin"
Kurtulmuş got ku "Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê bi xebateke berfireh û gelekî titîz di nav Silopiyê tespîtkirina qadên bi xetere temam kir. Dê vir bi perspektîfa nûkirina stoka saziyê, zêdekirina kalîteya avahiyên xirabe planeke mezin a ji bo veguherîna bajarê bê tetbîqkirin."