WASHINGTON
Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya DYAyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Divê em rasterast bêjin, DYA çekan nade PYDyê. Di meha cotmehê ya derbasbûyî da eşkere bûbû ku çekên hêzên ku li Kobanêyê li dijî DÎŞIyê şer dikin kêm bûbû. Li ser vê Serok Obama biryar da çekên ku Herêma Kurdistana Iraqê peyda kir ji hewayê va bişînin."
Rayder destnîşan kir ku helwesta DYAyê ya li dijî PKKyê neguheriye û DYA û Yekîtiya Ewropayê (YE) PKKyê wek rêxistina terorê dibînin.