Dlshad Saifaalddin Ahmed
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
SILÊMANÎ
Serokê Navenda Lekolînên Stratejîk li Herêma Kurdistana İraqê Ferîd Eseserd, der barê helwesta Emrîkayê ya li ser referandûma serxwebûnê de got: "Helwesta Emrîkayê di serî de û niha jî gelekî vekirî ye. Tu guherîn çênebûye. Li gor wan ev wext ne guncan bû."
Ferîd Eseserd ku di heman demê de rêveberekî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye jî, der barê referandûma serxwebûnê de nirxandinên giring bo peyamnêrê AAyê kirin.
Serokê Navenda Stratejiyê Eseserd, nirxandina xwe bi awayekî giştî li ser referandûmê wiha kir:
"Ji ber referandûmê bi Iraq, dewletên cîran û raya giştî ya cîhanê re problemên mezin derketin holê. Zexteke zêde li ser Herêma Kurdistanê hebû ku referandûmê neke. Niha ku referandûm hat kirin rewşeke din derket holê. Bexda rabûye ser xwe û hin zextên bitesîr danîne ser Herêma Kurdistanê. Bernameya wê jî heye ku zextên nû deyne û Herêma Kurdistanê zêdetir tengav bike. Du dewletên herêmê ku Tirkiye û Îran in di vê pêvajoyê de piştgiriya Bexdayê dikin."
Li ser îmkan û kartên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo xweragiriya li hemberî van zextan jî Eseserd wiha axivî:
"Herêma Kurdistanê di şert û mercekî wisa de ye ku dibe nikaribe ji bin van zextan rabe. Boçunên cuda di vê mijarê de hene. Lê belê bi rehetî bibêjim ku kartê serekî yê Herêma Kurdistanê nekirina vê referandûmê bû. Lê ji ber ku referandûm hat kirin ew kart jî şewitî. Loma lazim e em vegerin ser maseya diyalogê digel Bexdayê û ji bo çareserkirina probleman bixebitin. Lê di şert û mercên bi temamî cuda de."
Li ser helwesta serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî Eseserd wiha nirxandin kir:
"Berî referandûmê îmkanekî gelekî mezin ê Herêma Kurdistanê ji bo sepandina mercên xwe hebû. Bi piştgiriya navneteweyî Emrîka, Ingîltere, Fransa û yên din Herêma Kurdistanê dikaribû şertên xwe bide qebûlkirin û garantiyê bistîne. Lê niha bi rehetî dikarim bibêjim ku her peymana bibe dê şertên me neyên bicihanîn. Halê hazir heta ji me bê divê em hewl bidin ku zirara xwe kêm bikin."
Ferîd Eseserd, der barê helwesta Emrîkayê ya li ser referandûma serxwebûnê de jî got: "Helwesta Emrîkayê di serî de û niha jî gelekî vekirî ye. Tu guherîn çênebûye. Li gor wan ev wext ne guncan bû. Têkiliya vê jî bi şerê DEAŞê û îstiqrara navxweyî ya Iraqê re heye. Lê niha Emrîka tu garantiyê nade, lewra ew soz ji bo berî referandûmê bû."