Haydar Şahin
22 Nîsan 2020•Rojanekirin: 22 Nîsan 2020
Hemşîreyên endamê Yekîtiya Hemşîreyan a Neteweyî li Meydana Lafeyetteyê ya li pêşiya Qesra Sipî kom bûn, di protestoyê da navê hevpîşeyên xwe yên li hin eyaletên Amerîkayê ji ber Kovîd-19ê mirin xwendin.
Hemşîreyên di dema çalakiyê da rûpêç bi kar anîn û guh dan mesafeya civakî diyar kirin ku hewcedariya wan bi lepik û rûpêçan ûamûrên din çêdibe dixwazin vê hewcedariyê li pêşiya deriyê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî îfade bikin.
Hemşîreyan wêneyên hin hemşîreyên ji ber vîrusê mirin dan destê xwe û gotin: "20 saniyeyê ku tê da destê xwe dişon ew ê xuna "qehremanan" a li destê we jê nebe."
Hin hemşîreyan di dema çalakiyê da xeberdan û diyar kirin ku ji bo jiyana merivan canê xwe diavêjin xetereyê.
- 9 hezar xebatkarên tenduristiyê bi vîrusê ketin
Li gor daneyên Naenda Pêşîlêbirîn û Kontrolkirina Nexweşiyê ya Amerîkayê, li welêt testa Kovîd-19ê ya ji 9 hezarî zêdetir xebatkarên tenduristiyê pozîtîf derket, ji wan 27 kes mirin. Lêbelê çapemeniya Amerîkayê û hin yekîtiyên hemşîreyan dibêjin ku hejmar ji vê zêdetir e, qasî ku têrê dike test nayên kirin.