Hat ragihandin Herêma Kurdistana Iraqê heger operasyona Mûsilê dest pê bike, ji bo koça penaberan amade nîne.
Berpirsiyarê Koçê yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zebarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bal kişand ser operasyona rizgarkirina Mûsilê û îhtimala koça penaberan û wiha xeberda: "Rêvebiriya Bexdayê beriya destpêkirina operasyona Mûsilê, divê ji bo rewşa penaberan û îhtimala koçê tevdîran hilde û xebatan bike. Herêma Kurdistanê jî heger operasyona Mûsilê dest pê bike, ji bo koça penaberan amade nîne. Em bi tena serê xwe nikarin ji binê vî barî derkevin."
Zebarî destnîşan kir ku li herêmê hejmara penaberan zêdeye û got ji ber vê jî gel koçeke din qebûl nake.
Zebarî diyar kir ku divê hikûmeta navendî û civaka navneteweyî ji bo penaberan tevbigere û wiha got: "Li herêma me trajediyek heye. Li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê 2 milyon penaber hene. Barê parastin, ewlehî, tenduristî, perwerde û xwedîkirina penaberan giran e û em bi tena serê xwe nikarin ji binê vî barî derkevin."
Zebarî destnîşan kir ku rêvebiriya Bexdayê di vî warî de karê xwe nake.
- "7 hezar kes vegeriyan Sûriyeyê"
Zebarî destnîşan kir ku li bakurê Sûriyeyê piştî ku hin herêm ji destê DAEŞê derketin hin malbat vegeriyan malên xwe û wiha xeberda: "Em bi xebatkarên Neteweyên Yekbûyî re dixebitin. Em kesî bi zorê naşînin. Piştî rizgarkirina Kobanêyê 7 hezar kes vegeriyan Sûriyeyê. Hê jî yên ku dixwazin vegerin hene. Ji bo wan jî xebatên me dewam dikin."