Muhammet Kurşun
21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
QIBRIS
Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu, der barê xetereya milîsên şiî wiha got: "Gelekî bitehlûke ye ku hûn milîsên şiî bixin bajarekî ku sedî 99ê wê erebên sunnî e. Loma heta îro rê nehat dayîn Heşda Şebî bikeve Mûsilê. Daxilkirina rêxistina PKK/YPGê di operasyona Reqqayê de jî bi qasî vê tehlûke ye."
Çavuşoglu, bal kişand ser xetereya hevkariya bi terorîstan re û wiha axivî: "Berî her tiştî ji bo li dijî DEAŞê bi rêxistinên terorî yên wekî YPG-PKKyê re kirina hevkariyê, bi mar re razan e."
Li ser sîstema parastinê de jî wiha agahî dan: "Hevdîtinên me yên derheqê S-400 (sîstema parastina asîmanî) de, erênî dewam dikin."