VIYANA
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş got ku berpirsiyariya bûyerên Cizîrê li cem hikûmetê ye û wiha pê de çû: "Wezîfeya hikûmetê ya sereke ew e ku berpirsiyarê sûcên li Cizîrê hatin kirin û cinayetan derxe holê û teslîmî darazê bike. Ev wezîfe ya me nîne."
Demirtaş li Viyanaya paytextê Avusturyayê bi hin rayedarên partiyên siyasî re hevdîtin kir. Demirtaş li Parlementoya Avusturyayê bi Serokê Koma Partiya Gel a Avusturyayê Reînhold Lopatka, Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrat Andreas Schîeder û Serokê Koma Partiya Avusturya Yeşîllerê Eva Glawîschnig re hevdîtin kir.
Demirtaş der heqê ziyareta xwe de agahî da rojnamegeran û got ku wan bi 3 partiyên Parlementoya Avusturyayê re hevdîtin kir û wiha axivî: "Ji bo danasîna polîtîkayên partiya HDPê, ji bo ku der heqê pirsgirêkên herêmî de pêşniyazên xwe parvebikin, em hatin ziyaretê. Beriya niha em çûn Amerîka û Rûsyayê jî."
- "Li holê 7 cinaze hene, kujerek tuneye"-
Demirtaş li ser bûyerên Cizîrê sekinî û got berpirsiyarî di destê hikûmetê de ye û wiha axivî:
"Wezîfeya hikûmetê ya sereke ew e ku berpirsiyarê sûcên li Cizîrê hatin kirin û berpirsiyarê cinayetan derxe holê û teslîmî darazê bike. Ev wezîfe ya me nîne. Ango li holê 7 cinaze hene, lê kujerek tuneye. HDP tê sûcdarkirin, ev helwesteke adîl nîne. Ji bo li Cizîrê bûyer bisekinin, divê hikûmet demildest gavan biavêje. Berdevkê hikûmetê dibêje 'safîkirina eşqiyayan'. Ev tevdîr weke berdevkê hikûmetê dibêje çênabe. Li gor divê tevdîrên demokratîk bên hildan ku li Cizîrê sikûnet çêbibe. Înşallah piştî vê saetê rewşa Cizîrê wê normal bibe, ez wisa hêvî dikim. Çi ji destê me were em ê jî bikin."
-"Mixatabê me yê siyasî hikûmet e"-
Demirtaş got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan partî û şaredariyên wan wek hedef dide nîşan, ev jî ne rast e û wiha pê de çû:
"Li Tirkiyeyê beriya hilbijartinê Serokomar îlan kiribû ku ew ê xwe bide aliyekê. Lêbelê ew qas eşkere jî ne rast e ku her tim bersivê bide partiyeke mixalefetê. Ango em her tim hez nakin ku bersivê bidin Birêz Serokomar. Mixatabê me yê siyasî wek miqamê rêvebirinê hikûmet e. Heke ku serokomar bêalîtiya miqamê xwe biparêze wê ji bo wî jî, ji bo me jî baştir bibe."
- Îdiaya tevkariya YDG-H û rêxistina paralel-
Demirtaş li Cizîrê li ser bibîrxistina îdiaya tevkariyê ya Tevgera Ciwanan ya Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) û rêxistina paralel wiha axivî:
"Tayînên wir qaymeqam, emniyet, polês, walî hikûmet dike. Bi qasî ku ez dizanim tayîn bi îmzeya Fethullah Gulen ve çênabin, Ekrem Dumanli jî çênake, Efkan Ala tayîn dike. Vê gavê yên ku wan tayîn kirine wek paralel sûcdar bikin, wisa be ew bi paralelê re tevkariyê dikin. Bila hemû tiştî neynin bi paralelê ve girênedin û xwe jê neşon. Dibe ku çeteyeke sûcê jî li wê derê hin tiştna li bin guhê hevdu dixe. Lê berpirsiyariya eslî di destê hikûmetê de ye, ez wisa difikirim."
Demirtaş piştî ku bi Serokomar Heinz Fischer re hevdîtinê bike wê vegere Tirkiyeyê.